DYA hêzên xwe ji nû ve li cîhanê belav dike

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper duh got dê Washington îsal dest bi jinûve belavkirina hêzên leşkerî li ser asta cîhanê bike.

Wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mark Esper ji rojnemevanan re got ev pêngav di çarçoveya hewldanên jinûve balkişandina Wezareta Parastinê (Pantagon) ya der barê pirsgirêkên ji hêla Çîn û Rûsya ve ne.

Esper diyar kir ku naxwaze çarçoveyeke demkî ya temamkirina plana bi navê "Lêvegera Siyasetên Parastinê" li gel pêşbîniyên jinûve belavkirina hêzan, diyar bike.

Esper wiha got: "Heke min dê sozeke dawî ya "lêvegerê" diyar bikira, ez bi wê re jî dixwazim bal bikişînim ser ku dê di hin aliyan de bi hatina destpêka sala nû ya darayî re baş bin."

Li gorî Reutersê ragihand ku Esper behsa sala darayî ku di 1`ê Cotmeha bê de dest pê dike, kir û wiha got: "Ji ber vê yekê dixwazim pir bi lez tev bigerim."

(jo)


Mijarên Din