Duh Barîn Kobanê bû, îro jî şervaneke din

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundekî Kobanê bi cenazeyê şervanek YPJ`ê lîstin. Ev kiryara hovane berê çeteyan der heqê şehîd Barîn Kobanê de dema ku Efrîn dagir kirine pêk anîbûn.

Duh jî Sêşemê 22`ê Cotmehê tevî agirbesta ragihandî çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî nuqteyek YPJ`ê li gundewarê Kobanê kirin.

Di encama êrîşan de şervanek YPJ`ê şehîd bû.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi cenazeyê şehîd mîna ku çeteyan li Efrînê di Şibata 2018`an de li Efrînê kirine, lîstin.

Di dimena ku çeteyekî kişandiye de çawa çete bi cenazeya şervana YPJ`ê dilîzin diyar dibe.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din