Du şervanên QSD`ê ji hundirê Serêkaniyê: Em di berxwedanê de bi israr in

Du şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ji hundirê bajarê Serêkaniyê teqez kirin ku ew ê li hember tevahiya hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê liberxwe bidin.

Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî roja xwe ya dehan bû. di wê berxwedana domdar de şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk berxwedanek destanî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan didin.

Şervan Çiya û Zinar ji rojnamevan Golan Botan re axivin û gotin ew dê li hember êrîşên artêşa Tirk a dgirker û çeteyên wê li berxwe bidin.

Her du şervanan îdîayên Erdogan ku artêşa wî derbasî bajarê Serêkaniyê bûye derewandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din