Du milyon kes li pêşberî aloziya avê rû bi rû mane

Di roja duyemîn a êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Serêkaniyê stasyon sereke avê ku avê dide gelek herêmê hate hedefkirin. Di encamê de av li ser bajarê Til Temirê û Hesekê qut bûye. Ev qutbûn dibe ku bibe sedema aloziyek mirovî ji 2 milyon kesî re.

Di her dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, binesaziya herêmê û cihên giştî dike hedef. Vê carê dewleta Tirk a dagirker êrîşa stasyona avê ya li gundê Elok ê Serêkaniyê topbaran kir. Ev skasyon avê dide gelek deverên kantona Hesekê.

Stasyon Elok li gundewarê Serêkaniyê ye û ew stasyona avê ya sereke ye. ji derdora 30 bîrên deryayî û 12 hilmijan pêk tê. Avê dide Hesekê, Til Temir û gundewarên wan tevî gundên Serêkaniyê. Stasyona Elok jêdera tekane ya avê ji her du bajaran e ji ber ku ava bîrên wê nayên vexwarin. Wek girîntirîn stasyonên avê li ser asta herêma Cizîrê tê hesibandin.

Di encama topbaran Tirkiyê de stasyon ji xizmetê derket. Kadroyên pispor jî ji ber topbaran domdar nikarin stasyonê sererast bikin.

Ji duh şev ve av li ser tevahiya bajarê Til Temirê bi temamî qut bûye.  Ji ber wê Şaredariya Gel neçar maye ava li cem wê mayî bi rêya erebeyên agirkujiyê û sahrîcan li şêniyan belav bikin. Lê dîsa hejmarek malbat nikarin avê bi dest bixin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê Mihemed Xelo hişyarî ji rûdana kerastek mirovî eger artêşa Tirk topbarana xwe li ser herêmê ranewestand da û bang li NY`î kir  u bi lez mudexele bike û rewşa gel li bajêr nas bike.

Xelo destnîşan kir ku av ji bajarê Til Temirê ji du rojan ve qut bûye. Karînên şaredariyê jî têrê nake ji bo ku avê bighîne zêdetirî 20 hezar malbatan ên di nav bajêr de tevî şêniyên Serêkaniyê yên ku koçberî wir bûne.

Xelo got derdora 2 milyon kes li herêmên Til Temir, Hesekê, Holê û Şedadê ne. Ew bi awayekî sereke avê ji stasyona Elok dibin.

Tê destnîşankirin ku bi hezaran şêniyên Serêkaniyê yên ku ji topbarana artêşa Tirk a dagirker reviyane niha li navenda bajarê Til Temirê ne, li ser erdê radizin û di dibistanan de dimînin.

Xelo bang li NY`î kir ku bi lez mudexele bike û rê li pêşiya kerastek mirovî bigire.

(şx)

ANHA


Mijarên Din