Du kes ji kesên ku êrişî kampa Holê kiribûn, hatin girtin

Vê sibehê komeke çekdar êrişî kampa Holê kiribû. Hêzên ewlekariyê ji kesên ku êrişî kampê kiribûn, du kes girtin.

Komeke çekdar ku cilên jinan li xwe kiribûn vê sibehê êrişî beşê yekemîn ê kampa Holê yê taybet bi penaberên Iraqê kirin û 3 penaber birîndar kirin. Kesên birîndar bûne ev in: Umer Samî Şilaş, Ebdulqadir Salih El-Casim û Miseb Mihemed El-Yûsif.

Piştî êrişê, hêzên ewlehiya kampê ketin tevgerê û du êrişkar girtin. Xebatên lêgerîna êrişkarên din berdewam e.

Li gorî aliyên ewlehiyê, êriş di hundirê kampê de hatiye plankirin, xebatên lêgerîna li êrişkarên din ku 4 kesin, berdewam e.

ANHA


Mijarên Din