Du fermandarên artêşa Iraqê di êrişên dewleta Tirk de hatin kuştin

Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê îro bi daxuyaniyekê sersaxî da malbatên 2 fermandarên ku di encama êrişên dewleta Tirk de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hêzê navên leşkerên xwe yên ku hatine kuştin, eşkere kirin û got: “Şehîd Mihemed Reşîd Silêman fermanderê tugaya duyemîn a Hêzên Parastina Sînor û şehîd general Zubêr Xalê Biradostê fermandarê foca sêyemîn a Hêzên Parastina Sînor roja sêşemê (11.08.2020) dema li ser erka xwe bûn, şehîd ketin.”

Hêzê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku her du fermandar di êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de li herêma Sîdekanê ya başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

(şx)


Mijarên Din