‘Dûrxistina aliyekî ji destûrê, dûrketina ji demokrasiyê ye’

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew bi çavekî pir girîng li mijara forma destûrê ya demokratîk dinêrin û dûrxistina aliyekî ji forma destûrê, tê wateya dûrketina ji demokrasiyê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro daxuyaniyeke nivîskî der barê mijara forma destûra nû ya Sûriyê de weşand, tê de tekez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ve ji bo diyalogê dixebite.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî çend salan ji aloziya li Sûriyê û binketina hemû hewldanên avakirina îstiqrar û çareseriyê, êdî çareseriya siyasî û hevgirtina Sûriyê, çareseriya herî guncaw e, her wiha divê ew yek bi rêya helwestên cidî û berpirs ji hemû aliyan be, tevî girîngiya guhartina rast li Sûriyê û taybet ji bo keda ku hate dayîn, ji bo îstiqrar û qedexekirina parçekirinê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê û heta niha ji bo xebata diyalogê dixebite, ew yek bi rêya lehengî û keda ku pêkhateyên gelê me ji bo amadekirina zemîna rast ji çareserî û diyaloga neteweyî ya Sûriyê, taybet girêdayî bidawîkirina hebûna tundra a leşkerî û berê xwe dayîna avakirina projeya neteweyî ya Sûriyê ku îro bi nûnertiya Rêveberiya Xweser pêk tê. Tevî vekirina hemû rêyên diyalogê û hevgirtina di navbera gelê Sûriyê de û destkefiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin xizmeta îstiqrarê û Sûriyeke demokratîk ava bikin, lê hemû hewldan, ji ber neamadebûna aliyên din, kêm man.

Em wek Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe ji diyalogê û girîngiya wê ji bo gihandina lihevkirineke neteweyî ya sûrî teqez dikin. Di heman demê de em destnîşan dikin ku çi gavên ber bi çareserî û diyalogê û xebata siyasî ve hebe, divê bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyê û girîngiya hebûna îradeya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be ku nûnertiya îradeya milyonan ji pêkhateyên cuda li herêmên me dike.

Em bi çavekî girîng li mijara forma destûra demokratîk a Sûriyê bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyê û hemû pêkhate û herêman dinêrin, dûrxistina aliyekî ji forma destûrê, tê wateya dûrketina ji demokrasiyê ji bo destûrê. Em wek Rêveberiya Xweser dibînin ku dûrxistina îradeya gelê me ji hewldanên çareseriya siyasî û çi jî aliyên din be, bi taybet di çêkirina forma destûrê de, tiştekî ne adil e, di demekê de ku ji bo yekbûna Sûriyê û gelê wê û xizmeta îstiqrar û demokrasiyê qurbanî dan, lewre em bi çi biryarên bê me ne eleqedar in. Em dibînin ku nêrandina rewşa Sûriyê bi awayekî pratîk û li gorî rewşa heyî xizmeta îstiqrarê dike, tunebûna parçeyekî girîng ji Sûriyê, dê aloziyê kûrtir bike û ev yek jî li dijî ked û xebata me ya ji bo xizmeta Sûriyê û gelê wê ye.”

(jo)


Mijarên Din