​​​​​​​ Droneke Îsraîlê li Lubnanê ket xwarê

Medyaya Îsraîlê ragihand ku balafireke leşkerî  ya bê mirov a Îsraîlê li Lubnanê ket xwarê.

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku dronek wê dema li mîsyona xwe nêzî sînor pêk dianî li Lubnanê ket xwarê.

Her wiha got: "Beriya çend kêliyan, di operasyonên artêşa Îsraîlê yên li ser sînorê Lubnanê de droke girêdayî artêşa Îsraîlê li xaka Lubnanê ket xwar."

Ji piştî kuştina endamekî Hizbullah Elî Kamil Mihsin ji aliyê Îsraîlê ve û şûde alozî li ser sînorê Îsraîlê- Lubnanê heye.  


Mijarên Din