​​​​​​​ꞌDîrok qehremanan tîne û qehreman jî dîrokê dinivîsinꞌ

Endamên rêveberiya Kongreya Star ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê gotin: “Dîrok qehremanan tîne û qehreman jî dîrokê dinivîsin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê ronahî ye, armanca wî azadiya gelan û azadiya jinan e. Lewma dewleta Tirk Rêbertî tecrîd dike. Bi vê yekê hewl dide belavbûna fikrê Rêbertî asteng bike.”

Dewleta Tirk a dagirker weke her mijarê di mijara girtiyên siyasî de jî pîvan û qanûnan binpê dike. Bi taybet jî bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kirî, hemû pîvanên qanûnên navnetewî û mirovahiyê binpê dike.

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Wead Ebas wiha got: “Ne her serok mezin e û ne her mezin jî serok e. Dîrok qehremanan tîne û qehreman jî dîrokê dinivîsin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê ronahî ye, armanca wî azadiya gelan û azadiya jinan e. Lewma dewleta Tirk Rêbertî tecrîd dike. Bi vê yekê hewl dide belavbûna fikrê Rêbertî asteng bike.”

Wead Ebas da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi hevgirtin û israrê dê were şikandin û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk, ji bo rewşa tenduristiya Rêbertî eşkere nebe û peyamên Rêbertî negihijin gel, nahlê parêzer hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re çêbikin. Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan wekî rêberekî navneteweyî dibîne. Rêbertî rêya azadiyê daye nîşanî jinan. Li gel vê jin bi saya Rêbertî azad bûn, di nava civakê de xwedî cihekî bilind e û tev li rêxistinkirina saziyên sivîl û leşkerî bûn."

Endama rêveberiya Kongreya Star a Til Hemîsê Coza Hasûd jî axivî û got: "Dewleta Tirk ji bo fikirê Rêber Ocalan di nava civakê û pêkhateyên wê de belav nebe, tecrîdê ferz dike. Gel wekî serokekî navnetewî li Rêbertî dinêre. Ji ber ku Rêbertî di nava pêkhateyên civakê de hevgirtin çêkir û civak azad kir. Mînaka herî mezin jî azadkirina jinan û bidestxistina mafên jinan e. Lewma Rêbertî Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinan bi nav kir.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din