Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîd Welat Agirî û şehîd Şahîn Amed re xwest

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbata fermandar Şahîn Amed re xwest û Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Welat Agirî ku li Heftanînê şehîd bûye, ragihand.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer kom bûn û sersaxî ji malbata fermandar şehîd Şahîn Amed re xwest. Şehîd Şahîn Amed 11 Tîrmehê li bajarê Hesekê ji ber krîza dil gihaşt asta şehadetê.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya Şehîd Welat Agirî (Îsmaîl Elî) ku li Heftanînê şehîd bûye, ragihand.

Piştî rêzgirtinê bi navê Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Kongreya Star û oldarên navçeya Dêrikê û PYD`ê axivîn û axêveran bal kişand ser berdêlên şehîdan û bi saya wan gihaştine vê qonaxa dîrokî ya ku ji cîhanê re îsbat kir ku Rêveberiya Xweser xelasiya gelan û rêya jiyana hevbeş û jiyana aştiyane ye.

Axêveran diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re îsbat kir ku Rêveberiya Xweser parastina mafên gelên herêmê dike ji ber vê yekê divê hemû pêkhate bi erka xwe rabin, ji ber herêm di pêvajoyeke hestiyar û dîrokî re derbas dibe.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazan hewldana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û tecrubeya serkeftî ya di navbera gelên herêmê dike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din