Dêrikê şehîd Ismaîl Yûsif oxir kir

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Ismaîl Yûsif endamê polîsê tirafîkê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê oxir kirin.

Îro bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Koçerat, Berav, navçeya Girkê Legê li ber nexweşxaneya şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şehîd Ismaîl Yûsif ê ku di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên DAIŞ`ê li Reqayê şehîd bûye wergirtin. Piştre bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Paşê fermendarê Hêzên Tirafîkê Kemîran Ebdo axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêyan şehîdan heya pêkanîna armancên wan da.

Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Ehmed axivî û got: "Em bejna xwe li ber mezinahiya şehîdên ku canê xwe ji bo mirovahiyê feda kirine ditewînin. Ji bo parastina ewlehiyê û xweparastinê fedekarî pêwîst e."

Piştî wê wesîqeya şehadeta şehîd Ismaîl Yûsif ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Hediye Yûsif bi navê malbata şehîd axivî û got: "Bila serê Rêberê Gelê Kurd, hêzên me û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatêî Sûriyê sax be. Em bi şehadeta Ismaîl serbilind in."

Hediye wiha domand: "Berdêla azadiyê fedekarî ye.  Ji bo ku xewna me pêk were fedekarî pêwîst e. Lewra fedekariyên şehîdan berhema azadiyê ne. Em amadene li du şehîdan bidin, heya ku serkeftin pêk were."

Di dawiyê de hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe di nav tilîliyên dayîkan û druşmên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din