Dêrikê komkujiya artêşa Erdogan derheqê sivîlan li Serêkaniyê şermezar kir

Şêniyên Dêrikê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker der heqê sivîlan de yên ku piştgiriya şêniyên Serêkaniyê dikirin pêk aniye şermezar kirin.

Bi sedan ji şêniyên bajarê Dêrikê li Qada Şehîdan kom bûn ji bo ku topbaran artêşa Tirk a dagirker a bi zanabûn li dijî sivîlên herêma Cizîrê yên ku berê xwe dabûn bajarê Serêkaniyê şermezar bikin.

Di kombûnê de daxuyanî hate dayîn. Şêniyên di daxuyaniyê de topbarankirina sivîlan li ber çavên cîhanê şermezar kirin.

Şêniyan bang li Meclisa Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê, El-Camiya El-Erebiye, rêxistinên mafên mirovan û Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê kirin ku topbarana dewleta Tirk a ku zarok, jin û temen mezinan dike hedef rawestînin. Tevahiyan banga mudexeleya bi lez kirin ji bo ku rê li pêşiya rûdana kerasteke ku tevahiya cîhanê bike hedef eger DAIŞ`ê ji girtîgehan û kompan derkeve.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê kombûn veguherî xwepêşendan û di nav kolanên Dêrikê de li gel tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk meşiyan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din