Dîplomatekî NATO’yê: Dibe ku nakokî di lûtkeyê de bi sedema hêrsa Macron rû bide

Dîplomatekî NATO’yê piştrast kir ku ihtîmal e ku mijar di civînên lûtkeya NATO’yê de ber bi nakokiyê ve biçin û her wiha endamên NATO’yê ji berteka serokkomarê Fransayê Macron ku hewl dide fermandariya rojava bike, bi fikar in.

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê di rapora der barê lûtkeya NATO’yê de wiha diyar kir: "Çawa ku endamên NATO’yê di civînên xwe de ji hêrsa Trump ditirsîn, lê belê vê carê tevahî ji berteka serokê Fransayê Emmanuel Macron ditirsin ku berê NATO bi mirina mêjî ji ber vekişîna Washingtonê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştre êrişa dewleta Tirk pêk hatiye, tawanbar kiribû."

Rapora rojnameyê îşaret pê kir ku nakokiyên di hundirê NATO’yê de bi şêweyekî berbiçav zêde bûn, bi taybet der barê pêkanîna serok Trump bi NATO’yê ya ku ji bo parastina Ewropayê ji Yekitiya Sovyetê hatiye damezirandin û piştre dozên ewlehiyê yên derveyî parzemînê hilgirtin de."

Rojnameyê li ser zimanê dîplomatekî payebilin ê NATO’yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, wiha ragihand: "Îhtîmala ji sedî 50 heye ku mijar ber bi nakokiyê ve biçin."

Dîplomat got NATO piştî krîza derûnî di tevliheviyekê re derbas dibe.

Di heman demê de rojnameyê anî ziman ku rayedarên dewleta Tirk alîgirên plana parastina leşkerî ya nepenî ya rojhilatê Ewropayê ne, lê belê bi merca ku NATO, YPG’ê têxe lîsta terorê. Dê ev jî fişar û astengiyeke mezin li ser NATO’yê pêk bîne.

Rojnameyê li ser zimanê wezîrê Slovakya yê NATO’yê Thomas Valasic ragihand: "Dê ev lûtke cihêreng be. Tê wateya ku dê tenê 2 serok an jî 3 hebin; Trump, Macron û Erdogan bin. Dê nakokî ji carên berê zêdetir bin."

Thomas Valasic wiha domand ku serokên Ewropayê hêdî ne. Lê belê vê carê Macron ji carên berê cudatir e.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê beriya lûtkeyê di hefteya borî de serdana Parîsê kir ku Macron razî bike. Lê eşkere bû ku serokê Fransayê di civîna çapemeniyê di helwesta xwe de bi israr e û zimanê xwe sivik nekir.

Rojnameyê anî ziman ku di heman dema Washington hêdî hêdî ji NATO’yê vedikişe, Macron hewl dide sekêşiya rojavayê bike.

Li gorî hin dîplomatan, balkêşiya Macron li ser pirsgirêkên NATO’yê hevrikî bû, mîna israra Trump li ser zêdekirina budçeyê.

Li rojhilatê Ewropayê, femandar der barê pêkanînên NATO’yê yên parastinê de bi gûman in û dê Rûsyayê jî teşwîqî êrişê bike.

Daxuyaniyên Macron ên pênşemê li gel Sekreterê Giştî yê NATO’yê gelek bedbînî li gel NATO’yê çêkirin. Piştî ku girîngiya li ser Rûsyayê weke mijarê sereke ya NATO’yê kêm kir û teror mîna ya bingehîn ji dêvla wê, teşwîq kir.

Girêdayî mijarê, Macron got: "Ji hinan dibihîzim ku Rûsya û Çîn dijminên me ne. Ez vê texmîn nakin. Dijminê me ya hevpar û eşkere di hundirê NATO’yê de ew e ku yê welatê me derbe kiriye."

Di cara dawîn a ku fermandarên NATO’yê di Hizîrana 2018’an de li hev civîne, Trump di rûniştina dawîn a lûtkeyê de daxwaza pêkanîna budçeya mezin a yekser ji hevalbendên NATO’yê kir. Wê jî li gel fermandaran mitirsiyek çêkir ku DYA’yê tişt wernegirt, dê ji NATO’yê vekişe. Rojnameyê li ser wê da zanîn ku erdhejeke mezin di sîstema cîhanê de piştî Şerê Cîhanê ya Duyemîn, pêk hat.

Der barê amadekariya vê civînê de, wezîrên karên derve û yên parastinê li ser biryarên mezin ên NATO’yê di demeke zû de ji dêvla hiştina ji fermandaran re, îmze kirine.

Wek bergirî ji bo berjewendiya Macron re, dê NATO dest bi fikrîna dirêj a li ser stratejiya NATO’yê bike û her wiha jî dê li hember rûdanên demkin ên li pêşberî NATO’yê û yên ji hêla Trump ve jî bişopînin.

(fr)


Mijarên Din