‘Doza Ocalan cîhanî ye û tecrîd qanûnên navdewletî binpê dike’

Hiqûqnas û rewşenbîrên Efrînê gotin: “Tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatiye ferzkirin li dijî rêgezên mafên mirovan û qanûnên navdewletî ne. Doza Ocalan dozek cîhanî û mirovahî ye û dewlete Tirk bi rêya Tecrîdê hewl dide têkoşîna bi hezaran salan veşere.’

Rewşenbîr û hiqûqnasên Efrînê girêdayî tecrîda ku ev 9 sale dewleta Tirk a faşîst li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, ji ajansa me re axivîn.

Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku tecrîda li Serok Ocalan hatiye ferzkirin ji aliyê qanûnî ve ne rewa ye û wiha got: “Tecrîd li dijî rêgazên mafên mirovan e. Tiştê li ser nerastiyê ava bûye bi xwe ne rast e. Tevahiya girtekên dadgehkirina serok Ocalan ne rast in. Ocalan ne tenê kesekî temsîl dike, ew tevahiya gelên ku banga azadî, edalet û biratiya gelan dikin temsîl dike. Lewra gelê Kurd ji bo azadiya Serok têkoşîna xwe didomîne û mezin dike."

Parêzer Cibraîl Mistefa bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku mudexele bikin û got: “Dewleta Tirk qanûnên navdewletî binpê dike.”

Parêzer Mihemed Seîd jî diyar kir ku bûyerên herî dawî li Rojhilata Navîn rû didin jî isbat dikin ku çareseriya aloziyên herêmê di çareserkirina doza Kurd re derbas dibin. Seîd got: “Bingeha wê jî bi bi dawîkirina tecrîda ku li ser Serok Ocalan hatiye ferzkirin e. Nameya Ocalan a dawîn ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng e.”

Seîd bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û çareseriyên aştiyane bibînin.

Dewleta Tirk ji sala 2011`an ve tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Osama Ehmed jî got: "Divê cîhan bizanibe ku doza tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin dozek cîhanî û mirovî ye. Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê hewl dide têkoşîna bi hezaran salan veşêre."

Girêdayî rêdayîna hevdîtinên ku car caran ên bi Ocalan re Ehmed wiha axivî: “Hevdîtin ji insiyatîfek erênî ya ji bo aştiyê zêdetir, bi armanca propaxendeyek siyasî tê kirin. Ev bikaranîn di çarçoveya rûreşiyên Tirkiyê yên ku bi rêya sûcên xwe li dijî gelan eşkere dibin de, binketî ye.”

Ehmed teqez kir ku hikumeta AKP`ê ji aliyên aborî û têkîliyan bi dewletan re di pêvajoya hilweşînê de ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Eger Tirkiye bixwaze aştiyê li herêmê pêk bîne divê dest ji tecrîdê û propaxendeyên xwe yên siyasî berde.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din