'Doza kampa Holê dozeke hevpar e, ji bo çareserkirina wê destek pêwîst e'

Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Doza kampa Holê dozeke hevbeş di navbera me û civaka navneteweyî û tevahî cîhanê û neteweyên yekbûyî de ye, ji bo çareserkirina vê dozê divê destek hebe."

Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rapora buroya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê kampa Holê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"22'yê Çileya îsal, Buroya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî derbarê aloziya li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de daxuyaniyek da. Em şopandina saziyên navneteweyî yên ji rewşa kampa navborî baş dinirxînin. Di heman demê de em careke tevahî saziyên têkildar bi bîr dixînin ku rewşa kampê aloztir dibe, hîna jî hewldanên çalakkirina rola DAIŞ'ê hene. Ji bilî vê yekê asta azar û zehmetiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilindtir dibe ku barê kampê radike.

Careke din em diyar dikin ku destekdayîna navneteweyî bi hevkariyê Rêveberiya Xweser ji bo kontrolkirina mijarê girîng û pêwîst e. Ev mijar tevahî cîhanê alaqedar dike, ji ber vê yekê pêwîste destek û alîkar ji rêveberiyê were pêşkêşkirin ku berpirsyartî radike. Her wiha divê were zelalkirin ku piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji dewleta Tirk ve çalakiyên şaneyên DAIŞ'ê zêdetir bûn, nemaze li herêmên ku di demên dawî de ji vê rêxistina terorîst hate rizgarkirin. Ev yek bandoreke mezin li rewşa li kampê kir. Hin kes di kampê de li gorî qanûnên DAIŞ'ê darizandinên meydanî pêk tînin û kesên hinekî bi azad tevdigerin an ku kiryarên DAIŞ'ê rexne dikin dikujin. Têkiliyên di navbera kesên di kamp û fermandarên DAIŞ'ê yên ku fermanan didin endamên xwe yên di hundir de didome.

Hêzên Ewlekariya erka parastinê kampê pêk tîne, gelek şaneyên DAIŞ'ê yên di hindirê kampê de girtin, her wiha hewldanê derbaskirina çekan têk birin û hewldanên derxistinê kesên di kampê de ku hin aliyên herêmî di nav de Tirkiyê de bi sînor kirin.

Hêzên Ewlekariyê, tevî derferên kêm kedeke mezin ji bo kontrolkirina kampê dimeşîne.

Derbarê rewşa zarokan de, em teqez dikin ku tu girtinên bi zorê nînin, hemû zarokan li gorî pêwîstiyan wan bi wan re dan û standin têne kirin. Lê hewldanên çandina zihniyeta rêxistina DAIŞ'ê ji aliyê jinên di kampê de berdewam e. Her wiha rewşa zarokên sêwî di ber çavan re tê derbaskirin û li gorî rêgezên ku Rêveberiya Xweser derxistine, dan û standin bi wan re têne kirin, ku ji şer tên dûrxistin. Her wiha hawirdoreke mutewazin ji wan re tê peydakirin da ku di aliyê dirûnî, pratîkî û civakî de werin pêşxistin. Lê li gorî hejmara mezin a zarokan li ser Rêveberiya Xweser barekî giran in.

Lê ji aliyê rêxisitnên navneteweyî û navdewletî ve kêmahî di destekdayîna Rêveberiya Xweser de heye, nemaze ji bo bidawîkirina tundiyê û parastina ewlehiyê. Em hevkariya navneteweyî ya di vî warî de, bi taybet di warê kontrolirina kampê de pêşwazî dikin û teqez dikin ku destwerdana lezgîn dê bandoreke erênî û girîng bike. Her wiha em teqez dikin doza kampê dozeke hevbeş di navbera me û civaka navneteweyî û tevahî cîhanê di nav de Neteweyên Yekbûyî de ye. Em teqez dikin ku  ji bo çareserkirina doze û derxistina bi hezaran ji hawaya tundraw û terorê pêwîste destek di hemû aliyan de were pêşkêşkirin. Divê dewletên ku welatiyên wê di kampê de hebin bi Rêveberiya Xweser re bibin hevkar û vê doza bi girêk çareser bikin."

ANHA


Mijarên Din