Panel li hola nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl li dar ket. Di panelê de endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistinên Civaka Sivîl û partî beşdar bûn.
Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Buseyne El Hesen panel bi rêve bir û got: “Azadî, zikmakî ye. Dema li dijî mirovan çewisandin û zordarî tê kirin, ew azadî jê tê standin. Mirovê bê îrade, kirinên wî/ê bê wate dibin. Dema sînor jê re bê dayîn, dê bibe mirovek bê armanc, nabe jêdera azadiyê û nikare xêr û xirabiyê ji hev derxe.”
Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab Ebûd jî siyaset û siyaseta demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pênase kir û got: “Desthilatê, têgeha siyasetê berovajî kir û ji cewhera wê dûr xist ku azadî û edaleta civakî bingeha wê ye. Şer û aloziyên ji 5 hezar salan ve berdewam in, encama berovajîkirina vê têgehê û bikaranîna siyaseteke nedemokratîk e ku ji rêgezên mirovahiyê dûr e.”
Ezab balkişand ser demokrasî, wekheviya di navbera her du zayendan de û pergala hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku ew tovika guhertinê ber bi çêtirîn ve ku bi vîna jinan siyaeteke demokratîk ji bo xizmeta civakê, ava bibe.
Her wiha hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El Hisên diyar kir ku çareseriya herî guncew ji bo avakirina civakeke ewle ku aştî lê serwer e, guhertina fikirîna li gorî egoyê ye.
Asya diyar kir ku pêkanîna gotina, “azadiya te bi dawî dibe çaxê azadiya kesên din destpê dike”, çareseriya herî serkeftî ye û got: “Divê destpêkê mirovek xwedî azadiya fikrî ya mutleq be, beyî ku ji yên din re bibe jêdera metirsiyê û beyî cudahiyê li gorî cins, reng û kokê çêke. Wê çaxê, em dê civakeke azad bi dest bixin.”
Beşdarên panelê di dawiyê de nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tovika azadiya jinan li seranserî cîhanî ye, şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mînaka berçav e.
Her wiha destnîşan kirin ku divê jin, ji bo ku ji bandorên qeydên ku pergalên dewleta li ser ferz kirine xilas bibe, hewlên xwe zêdetir bike.
(şx)
ANHA