‘Dorpêça rejîmê berdewama komploya dagirkeriya Tirk e’

Rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, wek berdewama komployên dagirkeriya Tirk bi nav kir.

Kantona Şehbayê ya bakurê rojavayê Sûriyê bi hezaran şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne, dihewîne.  Kanton ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê hêzên rejîmê derketina nexweş û birîndaran ji Şehbayê ji bo nexweşxaneyên Helebê qedexe kiriye. Heta niha di encamê de zêdetirî 50 kes mirine.

Girêdayî mijarê endamê Meclisa Rûspiyên Eşîrên Kantona Efrînê Riyad Îbo got: “Şêniyên kantona Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê azar kişandin. Piştî şêniyên me ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn, di kampan û malên kavilkirî de berxwedana xwe didomînin. Lê rejîma Sûriyê ambargoyeke giran li ser wan ferz kiriye. Mazot, derman û alîkariyên têne şandin li ser nexweş û zarokan qut kirine."

Ambargo bû sedema mirina 50 nexweşan

Îbo destnîşan kir ku rejîma Sûriyê bû sedema wefata zêdetirî 50 kesî ji xelkên Efrînê û wiha pê de çû: “Ji ber ku nehiştin nexweş ji bo tedawiyê derkevin û derbasbûna bijîşkan jî qedexe kir. Komploya ku rejîma Sûriyê û dagirkeriya Tirk dide meşandin, armanc jê şikandina vîna xelkê Efrînê ye. Lê bi berxwedana gelê Efrînê ev komplo tekez dê têk biçe."

Ji rûspiyên eşîra Betûş li kantona Şehbayê Îbrahîm El-Elî jî got: "Rejîma Sûriyê wekî ku şêniyên kantonên Efrînê û Şehbayê ne sûrî ne, nêzîk dibe. Pêwîstiyên sereke yên jiyanî li ser wan qut dike.”

Endamê eşîra Denbelê li gundê Um El-Hoş, Nedîm El-Saqid jî got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji aliyekî ve wan topbaran dikin û rejîma Sûriyê ji aliyekî din ve dorpêçê li ser wan ferz dike.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din