​​​​​​​Dorpêça hikumeta Sûriyê projeyên xizmetguzariyê asteng dike

Şaredariya Gel a kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir, dorpêça ku hikumta Sûriyê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, li pêşiya projeyên xizmetguzariyê yên li kantonê dibe asteng.

Piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 18’ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir. Şaredariya Gel a kantona Efrînê ya li kantona Şehbayê kar û xebata xwe dimeşîne.

Kantona Şehbayê ku bi deh hezaran koçberên kantona Efrînê lê bicihbûne, pirsgirêkên binesaziyê lê hene.

Gelek komên çeteyan ên girêdayî DAIŞ`ê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker kantona Şehbayê serwer kirin, paşê artêşa Siwar (Şoreşger) û Cebhet El-Ekrad 2016`an parçeyek ji kantonê rizgar kirin. Şaredariya Gel hewl dide rêyên kantonê yên xerabbûyî sererast bike, lê hikumeta Sûriyê kanton dorpêç kiriye û ev jî li pêşiya projeyên şaredariyê dibe asteng.

Şaredarî bendewara hikumeta Sûriyê ku bihêle madeya zifte derbas bikin û rêyan zift bike. Ji ber madeya ziftê tune bû, şaredarî neçar ma rêyên gundên Um El-Hoş, Herbel a kantona Şehbayê bi keviran çêke.

Hevserokê Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê Melik Hisên der barê vê yekê wiha axivî: "Projeyên sererastkirina kanalîzasyonan berdewam in û projeyên li pêş me jî ziftkirina rêyan e. Lê ji ber herêm dorpêçkirî ye, em zehmetiya peydakirina madeya zifte dikişînin. Jixwe Şehba di pêvajoya salên derbasbûyî de bi şer re rû bi  rû ma û vê yekê bandor li binesaziya herêmê kir."

(eh)

ANHA


Mijarên Din