‘Dorpêç, topbaran, buhabûn û paşguhkirina rêxistinan barê me giran dikin’

Koçberî û dorpêça li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin, barê koçberên ji Efrînê giran dikin. Buhabûna kel û pelan û topbarana artêşa Tirk a dagirker a domdar li dijî herêmê jî ew bar zêde kirine. Koçber dibêjin rêxistinên navdewletî û hikumeta Sûriyê berpirsên rewşê ne.

Koçberên Efrînê li kantona Şehbayê ji ber dorpêça ku hikumeta Sûriyê li herêmê û baçên li ser derbasbûna kelûpelan ferz kiriye, di nav şertûmercên dijwar de dijîn. Ji ber wan reftariyên rêveberiya hikumeta Sûriyê li rex daketina nirxa lîreya Sûriyê li beramberî diravên biyanî bihayên kelûpelan bûne duqat. Tevî wê jî rêxistinên navdewletî rewşa koçberan paşguh dikin û destekê ji wan re pêşkêş nakin.

Koçberan di radeya yekemîn de debara xwe bi alîkariyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê pêşkêş dike, dikin. Lê ev alîkarî hewcedariya şêniyan bi taybet di meha Remezanê de û nêzîkbûna cejna qurbanê peyda nakin.

Têkildarî vê mijarê ANHA’yê nêrînên endamên rêveber ên Meclisa Kantona Efrînê û hinek koçberan girtin.

Endamê rêveber ê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo got: “Ev sala sêyemîne ku şêniyên Efrînê ji warên xwe hatine koçberkirin. Lê dîsa jî şênî li kantona Şehbayê li ber xwe didin û bi vegera warên xwe ve girêdayî ne.”

Ebdo îşaretpê kir ku şêniyên Efrînê di şert û mercên dijwar de dijîn. Ebdo sedema wê jî vegerand daktina nirxa lîreya Sûriyê li hemberî diravên biyanî, dorpêça ku hikumeta Sûriyê li ser kantonê ferz kirî tevî baçên ku li ser derbasbûna kelûpelan ji herêmê re ferz dike. Ew hemû dibin sedema buhabûna sûkên kantonê.

Ebdo di nav gotinên xwe de bal kişand ser ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê yên domdar li dijî kantona Şehbayê û topbarankirina herêmê bandor li rewşa şêniyan dikin. li rex xeteriyên ku li ser jiyana koçberan çêdikin ew bi awayekî neyînî bandor li jêdarên çandiniyê dikin. Ji ber ku ji ber topbaranê gelek welatî nikarin biçin nav zeviyên xwe û hilberînên xwe biçinin. Ebdo wiha pê de çû: "Karê rêxistinên navdewletî li kantona Şehbayê tenê şiklî ye û ti alîkariyên rastîn ji koçberan re pêşkêş nakin."

Di dawiyê de Ebdo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li herêmê alîkariya sivîlan di tevahiya warên jiyanî û xizmetguzarî de dike. Ebdo got alîkarî û derfetên Rêveberiya Xweser pêdiviyên welatiyan bi temamî peyda nakin.

Ji aliyê xwe ve sebzefiroşê bi navê Hebîb Umer got: "Rewşa sivîlan ji ber buhabûna sebze û madeyên xwarinê dijwar in. Welatî nikarin tevahiya pêdiviyên xwe bikirin. Ji ber dorpêçê û topbarana domdar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî derfetên kar li herêmê kêm in."

Şêniya bi navê Zeyneb Mele jî got: "Ji ber dorpêça ji tevahiya aliyan ve û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên domdar, bi nêzîkbûna cejna Remezanê re em gelek zehmetiyan dikişînin. Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin ji ber buhabûna heyî, kêmbûna derfetên kar û jêderên aborî."

Zeyneb diyar kir ku hikumeta Sûriyê berpirsa vê rewşê ye û got: "Dûrbûna di navbera kantonê û bajarê Helebê de tenê nîv saetek e. Tevî wê jî hikumeta Sûriyê baçên giran li kelûpelên ji Helebê tên ferz dike. Sankî ji dewletekê derbasî dewletek din dibe. Ev jî dibe sedema ku buha du qat bin."

Koçbera bi navê Nezîra Mehmûd jî paşguhkirina rêxistinên navdewletî û têkildar rewşa koçberan û bêdengiya wê li hember binpêkirinên li dijî efrîniyên li Şehbayê dimînin şermezar kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din