Donald Tusk: Divê Tirkiyê yekser êrîşên xwe rawestîne

Ajansa Reutresê li ser zimanê serokê Konseya Yekitiya Ewropayê Donald Tusk ragihand ku wî gotî: "Agirbest an jî rawestandina êrîşên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku hatiye ragihandin ne agirbestek rastîn e." Donald Tusk bang li Enqereyê kir ku êrîşên xwe dimldest li ser Sûriyê rawestîne.

Donald Tusk got: "Agirbest ne mîna ku me texmîn dikir e. Ev ne agirbest e, ew banga kurdan dike ji bo ku xwe teslîm bikin."

Donald Tusk wiha domand: "Divê em banga xwe ji Tirkiyê re ji bo ku bi awayekî daîmî û yekser sînorek ji êrîşa wê re deynin dubare bikin û hêzên xwe bikşîne û ji qanûna mirovî ya navdewletî re rêzdar be."

Dewletên ewropî bi tundî dijberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin. Her wiha gelek dewletan frotina çekan ji Tirkiyê qedexe kirin.

(şx)


Mijarên Din