Dîmenên êrîşa helîkopterên artêşa Tirk a li ser gundê Xelîfan

Helîkopterên artêşa Tirk bi dijwarî derdora gundên Xelîfan û Sîran ên Sîdekan gulebaran kirin. Di dîmenan de diyar dibe ku êrîşek dijwar li ser welatiyên herêmê çêdibe û welatî jî ji bo ku xwe biparêzin, xwe diavêjin pişt keviran.

Duh helîkopterên artêşa Tirk gundên Xelîfan û Sîran ên navçeya Sîdekan a Hewlêrê bi dijwarî gulebaran kirin.

Di dîmenan de ku ji hêla nûçegihanê Rojnewsê ve hatine kişandin, diyar dibe ku helîkoptera artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî derdora gund gulebaran dike û bê navber li ser gund difire.

Piştî gulebarana helîkopteran agir bi zevî û daristanên herêmê ket û zirareke madî rû da.

Berî niha jî hinek şêniyên gund ji ber êrîşên artêşa Tirk neçar mabûn ku gundê xwe terk bikin.


Mijarên Din