Dîmenên çalakiya li dijî qereqola artêşa Tirk a li Kanîmasiyê

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenên çalakiya li dijî qereqola artêşa Tirk a dagiker a li Kanîmasiyê ya Başûrê Kurdistanê weşandin ku 6 leşkerên Tirk lê hatibûn kuştin.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenên çalakiya li dijî qereqola artêşa Tirk a Kanîmasiyê ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê weşandin. Di çalakiyê de 6 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Daxuyaniya fermandariyê ya têkildarî çalakiyê wiha bû:

"19'ê Adarê saet di 18:00’an de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li navçeya Amediyê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî qereqola Kanîmasî ku artêşa TC a dagirker lê bû, çalakiyek kir. Yekîneyên me li kon, kozik û stargehên li nava qereqolê reşandin û di encama çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo bersiva li êrişa li dijî ewladên gelê me yê êzidî yê li Şengalê hate kirin. Dewleta TC a mêtinger-faşîst heta ku êrişên xwe yên li dijî qadên sivîl ên mîna Şengalê bidomîne, yekîneyên me jî wê bersivê bidin û çalakiyên bi vî rengî yên bersivdayinê wê bidomînin."

https://1649452211.rsc.cdn77.org/vod/24.03.2020_Kani-masi-19-Mart-eylem_1.mp4


Mijarên Din