Dîmenek ji êrîş û berxwedana li gundên rojavayê Kobanê

Artêşa Tirk a dagirker gundên Selîm û Boban ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê topbaran kirin. Şervanên QSD‘ê bersiva jêdera êrîşan da.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê topbarana li ser gundên Selîm û Boban ku 12-15 km dikevin rojavayê Kobanê bi wêne û dîmen belge kirin.

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêdera topbaranê da.

(bb)

ANHA


Mijarên Din