Dîmenê kêliya êrişa li ser bajarokê Hîşayê

ANHA‘yê dîmenê hedefgirtina sivîlan a li bajarokê Hîşa yê gundewarê Eyn Îsayê bi dest xist.

SIHA‘yê artêşa Tirk a dagirker bajarokê Hîşa yê başûrê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Reqayê tedawî dibin.

ANHA‘yê dîmenê kêliyên bombebarana li ser sivîlên ku pembo diçinîn bi dest xist.

Di dîmen de, du sivîl laşên wan bi xwîn li erdê ne, li rex rê kamyoneke pembo qulipî ye heye û kesekî banga ambulancê dike.

ANHA


Mijarên Din