‘Dîlgirtina Ocalan li dijî qanûnên mafên mirovan e‘

Forma Heleb a Çandî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, komplo li dijî rêgezên mafên mirovan û qanûnên navnetewî ne.

Forma Heleb a Çandî der barê salvgera 21‘an a komloya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîran daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Hevserokê Forma Heleb a Çandê Kamîran Bîlan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dîlgirtina rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan di nava bêdengiyeke cîhanî de ku li dijî hemû qanûnên mafên mirovan û qanûnên navnetewî de didome.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk dizane ku Rêber Ocalan wijdanê ometê ye, bi dehên salan têdikoşe û di oxira gihandina doza gelê xwe ber bi çareseriyeke adil ve berdêla jiyan û tenduristiya xwe da.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku "Rêber Ocalan girtîgeh  kir dibistan, tê de firkirekî ku rêya azadîxwazên di cîhanê de ronî bike derxist.  Berhem û parêznameyên ku di Îmraliyê de afirandine fikir, felsefe, sosyolojî û siyasetê destpêkek nû têne hesibandin. Li  gel vê yekê derbarê doza kurd de pêşniyarên xwe anî ziman, da ku li ser cografiya Kurdistanê çareseriyeke ji bo doza kurd û gelan pêk ve misoger bibe, domdar çareseriyên aştiyane raber dikir, nexasim projeya neteweya demokratîk ku êdî ji bo kesên baweriya xwe bi pêşeroja demokratîk anîne bûye member."

Bîlalanî ziman: "Hemû hêzên li Tirk û cîhanê dizanin ku çareseriya pirsgirêka li herêmê di çareseriya doza kurd de ye û rêbertî nûnertiya nûnertiya çareseriyê dike, lê dewleta Tirk çareseriyê asteng dike û tecrîdê li dijî rêbertî ferz dike, rê nade malbatê û parêzeran bi rêbertî bicivin,  da ku nehêlin peyam û nêrînên wê bighêjin derve.

Di salvegera 22`mîn a dîlgirtina Rêber Ocalan em wekî Forma Heleb a Çandî helwesta dewleta Tirk şermzar dikin û banga serbestberdana rêbertî dikin, li gel vê yekê em tecrîda li dijî rêbertî şemezar dikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din