‘Dîktatoriya AKP`ê ji bo tevahiya jin û gelan gef e… mezinkirina têkoşînê pêwîst e’

Rêxistinên jinan destnîşan kir ku dîktatoriya AKP`ê li dijî tevahiya jinan û gelên cîhanê tehdît e û bang li jinan kirin ku piştgiriya tevgerên jinan bikin.

Rêxistinên jinan ên li Lubnan, Iraq û Almanyayê; Weqfa Jîn a Jinan, Nivîsgeha Têkiliyan a Jinên Kurd û Nivîsgeha Aştiyê ya Jinên Kurd daxuyanieyk da raya giştî.

Di daxuyaniyê de her sê rêxistinan diyar kir ku dewleta Tirk di dirêjahiya 18 salên serdestiya AKP`ê de veguheriye dewletek otokrat û dîktator. Tevahiya azadî û qanûn hatin binpêkirin. Heta ragihandin jî bi temamî kete bin kontrola desthilatê. Her wiha dewleta Tirk ji 2015`an ve gelek şerên domdar li gelek eniyan pêk tîne.

Rêxistinan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya wan şerên xwe li ser asta hundirîn êrişî hêzên muxalefetê dike, di sêrî de Kurdan. Li ser asta derve jî şerên leşkerî yên yekser li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê dimeşîne. Li beramberî wê jî pitşgiriya komên terorîst ên radîkal dike mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra û gelek komên din dike.

Rêxistinan di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku AKP şerekî qirkirinê li dijî jinan dûrî dîtina raya giştî dimeşîne. Di vî şerî de qanûn û projeyên ku vîna jinê ya xweser dişkîne ferz dike. Li aliyekî din bi rêya siyaset û dezgehên çapemeniyê hewl dide jinan mîna berê bike kole û tundiyê wek amûrekê di siyasetên qirkirina jinan de bi kar tîne. Ji ber wê di vê dawiyê de nîqaş dike ku ji lihevkirina Meclisa Ewropayê ya têkoşîna li dijî tundiya li djî jinan a ku bi navê Hevpeymana Stenbolê tê naskirin, vekişe.

Her sê rêxistinan di daxuyaniya xwe de tundiya ku dewleta Tirk li dijî jinên Kurd dimeşîne, bi bîr xist. Lê tevgera jinên Kurd ruxmî tevahiya cureyên çewisandinê, dîsa jî li hember siyasetên dewleta Tirk li ber xwe dide. Desthilata AKP`ê di 5 salên dawîn de bi dehan rêxistinên jinên Kurd qedexe kirin û endamên tevgera jinên Kurd girtin, îşkence lê kirin. Her wiha ji 2012`an ve qanûnên xwe binpê dike û siyasetmedarên jin ên Kurd dikuje. Rêxistinan bûyera qetilkirina sê jinên Kurd li  Parîsê di 2013`yan de ji hêla îstixbarata dewleta Tirk ve bi bîr xist. Di Çileya 2016`an de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li Silopiyê ruxmî ku birîndar bûn, qetil kirin. Herî dawî di 23`yê Hezîrana 2020`an de 3 jinên Kurd li Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên keşfê qetil kirin. Ji bilî wê jî leşkerên Tirk tundiya bedenî li dijî şervanên jin ên Kurd ên gerîla pêk tînin, dîmenên wê hovîtiyê belge dikin û bi serfirazî li ser malperên têgihiştina civakî belav dikin.

Rêxistinan da zanîn ku di 14`ê Tîrmeha 2020`an de 33 çalakvanên jin hatine girtin. Di Gulanê de jî 18 çalakvanên jin hatin girtin, şaredara berê û çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) ya niha Sevîl Rojbîn Çetîn hate girtin û di dirêjahiya 3 saetan de rastî îşkenceyê hat.

Her wiha rêxistinan rave kir ku tevgera jinên Kurd çi li bakurê Kurdistanê yan jî li Rojava, şoreşeke rastîn e û ji tevahiya jinên cîhanê re êdî bûye jêdera hêviyê. Şoreşa Rêveberiya Xweser jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşek jinê tê hesibandin. Lê AKP`ê ji roja yekemîn a bi serketina vê şoreşê, kir hedefa xwe û hewl dide her tevgerek rizgarî û pêşverû tune bike.

Di dawiya daxuyaniyê de her sê rêxistinan diyar kir ku li gel binpêkirin û sûcên li dijî jina Kurd tê kirin, artêşa Tirk a dagirker siyaseta asîmlekirinê li dijî herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Jinê bi rêya çeteyên cîhadî qir dike, direvîne, dikuje, destdavêje wê û kole dike. Ji ber wê dewleta Tirk ne tenê li dijî jinan û gelan tehdîd e lê belê, ji bo tevahiya mirovî û jinan xeter e. Ji ber wê hevgirtin û hevpariyek cîhanî ji bo mezinkirina têkoşînê li hember van siyasetan pêwîst dike. Lewra rêxistinan banga lidarxistina hemle û çalakiyên bibandor kirin.

(şx)


Mijarên Din