​​​​​​​Diyab Hacî: Ocalan fîlozofê serdemê ye

Nivîskar Diyab Hacî got: “Parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ispat dikin ku ew fîlozofê serdemê ye. Rêber Ocalan tekane kes e ku ji bo mirovahiyê têdikoşe û ji ber wê jî dewleta Tirk û hêzên dagirker  tecrîdê li ser wî ferz dikin.”

Dewleta Tirk a dagirker  tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, derfetê nade parêzer û malbata wî serdana wî bikin. Nivîskarê Kurd Diyab Hacî got praniya şoreşger û rêveberên cîhanê ku têkoşiyan, yan şehîd bûn yan jî hatin girtin weke Gandî, Mandêla, gelên xwe gihandin ewlehî û azadiyê.

Diyab Hacî wiha got: "Di vê sedsalê de, Rêber Abdullah Ocalan tekane têkoşerê ku parastina çand, fikir û mirovahiyê dike û ji bo gelên bindest azadî û mafên xwe bidest bixin, têdikoşe. Parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan isbat dikin ku ew fîlozofê serdemê ye.”

Diyab Hacî destnîşan kir ku gelek sedemên girtina Rêber Abdullah Ocalan hene û wiha axivî: “Ji ber wî felsefeya demokratîk a cîhanî belav kir, da ku gelên bidest rizgar bike. Gelên Rojhilata Navîn ji maf û azadiya xwe bê par mane. Gelên Rojhilata Navîn di nava dîrokê de û heta roja îro ji bo azadî û rûmeta xwe têdikoşin. Siyasetên dewletên desthilatdar û kiryarên wan ên li dijî gelan hişt ku gel bê maf bimînin. Lê êdî ev sistem nikarin xwe bidomînin û dê gelên xwedî maf qezenç bikin.”

Diyab Hacî tekez kir ku felsefeya netewa demokratîk û biratiya gelan çareserî, ji dagirkerên Rojhilata Navîn re bersiva herî baş e û wiha pêde çû: “Çareseriya nakokiyan ne di berjewendiya dagirkeran de ye. Rêber Abdullah Ocalan tekane kesê ku dîrok nirxand û çareserî ji bo hemû pirsgirêkan pêşkêş kir.”

Nivîskar Diyab Hacî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê pêvajoya hesas de ji gelê Kurd tê xwestin ku yekitiya xwe ava bikin da ku xizmeta doza xwe bikin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bişkînin."

 (bx)

ANHA


Mijarên Din