Dixwazin vegerin.. .ji bilî QSD`ê qebûl nakin

Daxwaza tevahiya koçberan ew e ku vegerin li ser mal û xaka xwe jiyan bikin. Koçberan gotin: “Em dagirkeriya Tirk û çeteyên wê red dikin. Em ji bilî hêzên QSD`ê napejrînin ku parastina me bikin.``

Êrîşên dagirkerî, yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn sebeba koçberiya 300 hezar zêdetir ji sivîlên herêma Serêkaniyê. Koçberan berê xwe dane herêmên Hesekê û Qamişlo, piraniya wan di dibistanên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşankirine de, bicih dibin. Dibistanên ji bo bicihbûna koçberan hatine destnîşankirin ji 64 dibistanan zêde tirin.

Tevî êş û azarên koçberan, ew bi hêzên xwe yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bawerin ku QSD`ê dê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derêxin. Hêviya koçberan ew e ku piştî dagirkerî û çeteyên wê bên derxistin, ew vegerin malên xwe.

Koçbera ji taxa Mihete ya Serêkaniyê Nesrîn Ehmed, got:`` Berî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser bajarê Serêkaniyê, me jiyaneke aram û bi ewle di bajêr de derbas dikir. Di 9`ê Cotmehê derdora saet 14:00`an de balafirên dagirkeriya Tirk ên keşfê di ser malên me re geriyan û paşê yekser bi balafir û topavêjan, topbaranê dest pê kir.`` 

Nesrînê wiha domand:`` Em li ser zarokên xwe tirsîn, bi motorsiklêtê ji bajêr reviyan, me nikarîbû tiştekî pêwîst bi xwe re derxin. Li vê derê, di dibistanên hewandinê de pêdiviyên pêwîst têne pêşkêşkirin, lê ev yek têrê nake, mal û xaka me ji bîra me naçe.``

Nesrîn dixwaze veger bajarê xwe, vegere mala xwe û li ser vê tekez dike û dibêje:`` Zarokên me biçûkin û naxwînin, em dixwazin vegerin û zarokên me jî herin dibistanên xwe.``

Nesrîn mayîna dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajêr red dike û wiha dom dike:``Em bi tu carî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li bajarê Serêkaniyê qebûl nakin, em hêzên xwe QSD`ê ku berê parastina me dikirin dipejêrînin û qebûl dikin.``

Koçbera bi navê Nûrşan Îdo Moro jî got:``Dagirkeriya Tirk bi tavahî çekên giran bajarê me toparan kir û çekên qedexekirî jî bikar anîn. Di roja yekem a topbaranê de em nereviyan, lê ji ber topbaran dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi ser cihên niştecîbûnê de me di qeboya malê de xew kir, paşê şer giran bû em li ser zarokên xwe tirîn û neçarî derketinê bûn.``

Nûrşanê axaftina xwe wiha domand:``Mala min bi tevahî ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hate şewitandin, mal û dûkanên mala apê min jî desteser kirin..Bi hebûna çeteyên dagirkeriya Tirk em tu carî venagerin, em wek şêniyên Serêkaniyê bi xwe hêzeke mezinin û ji bilî QSD`ê qebû nakin tu hêz dîtir parastina me bike.``

Têkildarî tirsa dîtiye Dilyar wiha got:`` Dixwazim hêzên QSD`ê parastina me bike, çeteyên dewleta Tirk xelkê dikujin û malan talan dikin. Dagirkeriya Tirk ji Kurd hez nake, jiber vê yekê kuştinê dikin û warê Kurdan dagir dikin.”

(rr)

ANHA


Mijarên Din