‘Diviyabû Elî Memlûk bi hêzên ku DAIŞ`ê têk birine re, biciviya’

Rûspiyên eşîrên li herêma Dêrikê bang li eşîran kirin ku bi xeteriya derdorê baldar bin û got: “Nexasim rejîma Sûriyê  hewla derxistina tevlihevî û têkbirina hevgirtina gelan dikin. Ji ber li dijî DAIŞ`ê bi ser ketine û herêmê parastine."

Derbarê serdana serokê ewlekariya neteweyî Elî Memlûkê ji herêma Cizîrê re û civîna bi şêxên eşîrên erebî re, her wiha têkildarî nakokiyên di navbera aliyên ku tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyê ne, ajansa me hevdîtin bi Meclisa Rûspiyên eşîrên herêma Dêrikê re çêkirin.

Serokê Meclisa Eşîrên herêma rojhilat Hewas Cideya wiha got: “Eşîr û êl di rêvebirina civakê de nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê dînemîka civakê ne. Ji ber herêma me bi taybetmendiya eşîrtî tê naskirin, di vê demê de dewletên herêmî û navdewletî tenê ji bo hêz û desteka eşîrên herêmê bidestbixîne. Dixwazin nakokiyan derxînin, jixwe ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê, perayan didin eşîran da ku dagirkirina  herêmê rewa bikin.”

Hewas Cindeya bal kişand ser xeteriya hin aliyan nexasim rejîma Sûriyê, ku hewl didin projeya Neteweya Demokratîk lawaz bikin û derbeyê li hevgiritina QSD`ê bixin. Hewas got: “Mîna vê yekê jî serdana serokê ewlekariya neteweyî Elî Memlûkê ji herêmê re ye û hevdîtina bi şêxên eşîran e.”

Hewas Cideya wiha pê de çû: “Serokeşîrên bi Elî Memlûkî re civiyan tenê nûnertiya beşeke piçûk ji gel dikin û di nava gelên herêmê de ne xwedî giranî û rol in, ji ber vê yekê rejîm bi rêya van eşîran dixwaze rola xwe bilîze û xwe wekî hêza çalak bide nas kirin.”

Hewas Cideya bal kişand ser ku meclisa eşîran li herêmê xwedî rol e û eşîr, nûnerên dêran û oldar ji destpêka avakirina meclisê  hişt ku beşdarî nava xizmeta gelên herêmê bibin.

Hewas Cindeya got: “Di vê pêvajoya hesas de erka xwe dikeve ser milên siyastmedar, rewşenbîr û rûspiyên eşîran, ew e ku hişyar û serwext bin. Nexasim eşîr ku bi komployên li dijî herêmê neyên xapandin.”

Di dawiyê de Hewas Cindeya banga piştgiriya ji QSD`ê kir û got: “QSD`ê parastina rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûiryê dike û em ji zilma DAIŞ`ê xelas kirine.”

Her wiha endamê Meclisa Eşîran Îbrahîm Şelebî axivî û got: “Divê her kes beşdarî nava QSD`ê bibe û nekevin lîstokên Rejîmê û aliyên din.”

Şelebî destnîşan kir ku rejîm heweldana lawazkirina wan dike, mînka herî berbiçav jî serdana serokê ewlekariya neteweyî Elî Memlûkî û hevdîtina bi eşîran re ye.

Şelebî di dawiyê pirsa, Heke bi rastî jî armanca rejîmê parastina Sûriyê be, divabû Memlûkî bi hêzên ku DAIŞ têk birin û parastina xaka Sûriyê kirin biciviya, ne berevajî vê yekê nakokî û parçekirinê di nava gelên Sûriyê de derbixîne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din