'Divê UNICEF zarokan ji binpêkirinên Tirkiyê biparêz e’

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê binpêkirinên li dijî zarokên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tenê kirin, belge kirin. Hiqûqnasan diyar kirin ku binpêkirinên dagirkeriyê sûcên şer in.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Çileya 2018'an ve  sûcên der mirovî li ser sivîlan didomîne. Di êrişan de komkujiyên hovane hatin kirin û bi sed hezaran kes hatin koçberkirin.

DAGIRKERIYA TIRK BI SEDAN ZAROK QETIL KIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê ya binpêkirinan bi belge dike, diyar kir ku ji destpêka êrişên Tirkiyê û çeteyên wê ve zêdeyî 300 zarok bûne qurbanî ji kuştî û birîndaran.

Hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2'yê vê kanûnê navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê topbaran kirin, di encamê komkujiyek pêk hat. Jê 8 zarok 10 sivîl şehîd bûn.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan sûcên hovane pêk tînin. Ya herî dawî di 2'yê Kanûna 2019'an de li navçeya Til Rifatê bû. Di encamê de zêdeyî 20 sivîl bûn qurbanî. Piraniya wan zarok bûn.”

'LI GORÎ QANÛNÊN NAVDEWLETÎ SÛCÊN ŞER IN'

Heyhan Elî destnîşan kir ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî qanûnên navdewletî sûcên şer in û wiha pê de çû: “Li gorî belge û peymanên navdewletî, mîna peymana Lahayê ya 1899-1907, sîstema Roma ya bingehîn a sala 1998'an, peymanên Cinêv 4 ya sala 1949'an û protokolên girêdayî wê yên sala 1977'an gelek sûc hene ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dijî mirovaniyê."

Heyhan Elî anî ziman, dagirkeriya Tirk li hemberî zarokên Efrînê her cûre binpêkirinan dimeşîne, ji wan nêzîkatiyên ne baş, revandina bi mebesta daxwaza fidyeye. Heyhan got: "Binpêkirina li dijî Mihemed Seydo Xelîl ê 10 salî, ferzkirina zimanê Tirkî li dibistanan hin ji mînakên van binpêkirinan in."

Heyhan daxuyand ku ew di Rêxistinên Mafên Mirovan a Herêma Efrînê de sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, belge dikin da ku bighînin aliyên têkildar.

Hiqûqnas Eyhan bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî, bi taybet Fona Parastina Mafên Zarokan a Navdewletî (UNICEF) kir ku bi lez destwerdanê bikin û binpêkirinan rawestînin. Heyhan got: “Divê ev rêxistin karên xwe tenê di çarçoveya dayîna rapor û daxuyaniyên şermezarkirinê de sînordar nehêlin.”

ANHA


Mijarên Din