‘Divê têkilî bi aliyên ku li  dijî doza Kurdî ne re, bê qutkirin’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) bang li siyasetmedar û partiyên siyasî yên Kurd kir ku têkiliya xwe bi aliyên ku li dijî doza Kurd in, qut bikin.

Ji destpêka îsal ve, KNK-Rojava bi rêya însiyatîfa ku daye destpêkirin, hewl dide  yekîtiya Kurdan ava bike.

Biryara dawî ya ku aliyên siyasî yên beşdarî însiyatîfê bûne, ew bû ku konferanseke yekîtiya refa kurdî bê lidarxistin.

Lê ew kedên ku hatine dayîn, ji hêla hin aliyên ku naxwazin yekîtiya refa kurdî çêbibe, rastî astengiyan hatin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Şewket Berazî wiha got: "Lidarxistina konferansa yekîtiya refa kurdî, pêwîstiya nîştimanî, siyasî û neteweyî ye. Bi taybet jî di van rewşên ku neteweya Kurd tê  re derbas dibe, pêwîstiyek mezin e. Da ku herêmên bi keda şehîdan hatine rizgarkirin, bên parastin."

‛Divê hemû piştevaniya lidarxistina konferansa yekîtiya kurdî bikin’

Berazî wiha axivî: "Dem hat ku divê hin siyasetmedarên Kurd û hin partiyên siyasî têkiliya xwe bi aliyên ku li dijî doza Kurd in, qut bikin. Her wiha divê hemû kîn, nefret û diminatiyên xwe berdin. Divê li mafên gel û yekîtiya refa siyasî ya li gor vê merheleya hesas, vegerin. Divê hemû piştevaniya lidarxistina konferansa yekîtiya Kurd bikin, da ku bi ser bikeve."

Derbarê aliyên ku ne li ser erkên xwe ne, Berazî wiha axivî: "Divê partiyên siyasî di vê qonaxa hesas  de bi erkên xwe rabin. Ked û xebatê bidin da ku bigihîn hedefên xwe. Ew jî ji bo vî gelî, berjewendiya wî ye.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din