‘Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din were nirxandin’

Rojnameger û derhênera Îtalî Benedetta Argentieri ya di Cotmeha 2014’an de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû, niha jî carek din jî serdana herêmê kir. Ajansa me têkildarî pêşketinên li herêmê hevpeyvînek bi Benedetta re çêkir. 

Di hevdîtinê de ajansa me gelek mijar bi rojnameger û derhênera Îtalî Benedetta Argentieri re nîqaş kir.

Gelo ji serdana we ya berê ve, we çi guhertin li herêmê de dît?

Di rastiyê de ji serdana me ya destpêkê ve heta niha gelek guhertin çêbûne. Mirov dikare bêje herêm êdî bûye mînakek. Ruxmî wêrabûna binesaziya herêmê di serdama DAIŞ`ê de, rêveberiya herêmê tevî astengiyan karî herêmê bi rêve bibe û deriyên pêşketinê ber bi pêşerojek baştir ve veke.

Gelo dewletan karîn şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, binirxînin û bighêjin wateya wê ya rastîn?

Ev nuqte li ser asta navdewletî hinekî dijwar e. Ji aliyekî din ve çapemeniya ku tê rastiyan bişopîne, tenê dozekê digire dest û dozên din paşguh dike. Ji ber wê bi rêya serdana xwe ez şoreşê dişopînim, dûrahiyê wê û asoyên wê di warên cuda de, dinirxînim. Çapemeniya ku şoreşê dişopîne tenê mijara jina ku çek li hember çeteyan rakir digire dest, beyî ku balê bikşîne ser têkoşîna gelên herêmê û binyata şoreşê ya siyasî.  Nirxandina wan ji şoreşê re lawaz  ma. Şoreşa Rojava karî ciheke balkêş di dîrokê de bigire. Lê nirxandina şoreşê negihaşt asta ku dikare tevahiya aliyên wê ji pergala hikumî û rêveberiya ku şoreş bi rêve bir bigire dest, bi taybet di vê pêvajoyê de piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê.  Di rastiyê de tu daxwazek ji bo naskirina pergala rêveberiyê herêmê, çawa pêk tê û rastiya wê çi ye? tune ye. Bi texmîna min pêwîste ev şoreş bi tevahiya wateya xwe ve were famkirin. Ji ber ku dema YPG, YPJ û QSD`ê herêm rizgar dikirin, li rex wan rêveberiyek balkêş hebû ku herêmê ji tevahiya aliyan ve birêve dibir.

Gelo çapemeniyê karî rastiya têkoşîna jinê ragihîne?

Çapemenî tenê girîngî da rola jina ku çek li hember çeteyan rakiriye, beyî ku behsa pêşketina îdeolojîk û fikrî ya jinê bike (di vir de ez şehîda YPJ`ê  bi bîr dixim, a ku di tevahiya rojnameyên cîhanê de bû manşet. Lê mixabin negihaştin rastiya şoreşa jinê).

Şoreşa jinê  ya li Rojava û pêşengiya wê ji şerên dijwar li dijî terorê, ji bo pargalên paşverû bû metirsiyek. Ji ber ku ew pergal hîna karê jinê di xwedîkirina zarokan, karê malê de dibînin û hîna dixwazin rola jinê di vê çarçoveyê de bihêlin. Têkoşîna jinê li herêmê isbat kir ku girîngiya wê ji ya mêr ne kêmtir e.

Ji aliyekî din ve ez dibînim  ku jinê li Rojava bi rêya têkoşîna  xwe karî bawerî li cem jinan çêbike û vînek xurt di dilê jinên tevahiya cîhanê de biafrîne. Di rastiyê de ev têkoşîn guhertinek mezin di mêjiya min de çêkir. Ev tişt  min ji rojnamegerek ajansa Firatê re parve kir. Tişta taybet li vir, giyana hevkarî û piştgiriyê di navbera jinan de ye. Ev tişt di civakên cîhanê de tune ye. Ji wê zêdetir di civakên rojavayî de di van demên dawîn de hewldnên ji bo rizgarkirina jinê ji aliyê cinsî ve çêbûn. Destpêkê tenê di çarçoveya tunediya li dijî jinê û cinsperestî de bû. Mixabin gotina jin ji bo îhanetê yan jî kêmkirina qîmeta kesan tê bi karanîn li şûna ku xwedî wateyek ji wê bilintir be.

Di nêrîna we de rêxistinên jinan di cîhanê de ketine ferqa rastiya şoreşa jinê ya li herêmê? Gelo nirxandiineke rast ji şoreşa jinê re heye?

Bi texmîna min erê ew wisa dikin. Ev jî ji gelek aliyan ve hêviyê çêdike. Dikarim bêjim ku ti jinek anjî desteyek anjî tevgerek jinan di cîhanê de nikare cewher û rastiya şoreşa jinê li Rojava înkar bike. Ji ber ku ew ketin ferqa wateya vê şoreşê û bandor li wan kiriye. Pêşengiya jinê di eniyên şer de û ketine ferqa wateya vê şoreşê mirov dikare di warên din de bîne cih ne tenê warê leşkerî. Heta di warê têkiliya di navbera jin û mêr de û rola wan di civakê de. Ev hemû encamên şoreşa Rojava ne  bi taybet têkoşîna jina Kurd a ku bandorek kûr li tevahiya tevgerên jinan di cîhanê de kir. Di rastiyê de ev têkoşîn ji Kobanê destpê nekir, ev têkoşîn kevnar e û ne tenê ji Rojava destpê kir. Lê belê pêşket û gihaşt asta têkoşîna şoreşgerî.

Çima dewletên têkildar aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî girêdayî Sûriyê bi hejmar 2245 çareser nake?

Texmîn dikim yek ji sedeman, aloziya siyasî ya NY`ê ye. Tu dewletek ji dewletên nakokiyê, biryarên  NY`î nayne cih.  Ji ber ku tevî kedên ku ji 2012`an ve têne dayîn, NY`î bê tesîr e. Ev jî vedigere tunebûna aliyên ku bi awayekî mezin bandor dikin da ku alozî çareser bibe. Mîna herêmên Rêveberiya Xweser û Kurdan ên ku ji Astana û civînên din hatin bidûrxistin. Ji lew re aloziya Sûriyê girêktir bû.

Gelo hûn destwerdana Tirkiyê di aloziya Sûriyê de û desteka wê ya eşkere ji terorê re di nav de Cebhet El-Nusra tevî ku endama NATO`yê ye, çawa dinirxînin?

Di rastiyê de têkiliyên Tirkiyê bi dewletên mezin re mîna Rûsya, Amerîka û Almanya cuda ne. Ew jî dibin sedema nakokiyên dîplomasî. Weke mînak me dît çawa James Jeffrey berdewamkirina DYE`yê piştgiriya QSD`ê di kongreyek çapemenî de tekez kir, lê ev daxuyanî timayên Tirkiyê di herêmê de bi dawî nekirin. Ji bo dewletên Yekitiya Ewropayê jî, wan dewletan reftariyên Tirkiyê di herêmê de tewanbar kirin.  Lê Tirkiyê kaxiza penaberên Sûriyê bi kar anî. Karî zextê li wan dewletan bike û metirsiyên wan ji vekirina sînorana li hember penaberan ber bi dewletên Ewropayê ve çêkir. Ew jî bandorek siyasî li ser biryarên wan dewletan û têkiliya wan bi Tirkiyê re kir. Lewra nikarin zextê li Tirkiyê bikin da ku siyasetên xwe di herêmê de biguhere.

Li gorî rastiyên ku we bi bîr xistine, gelo vedîtina çareseriya siyasî ji herêmê re bi giştî pêkane?

Piştî derbasbûna 7 salan li ser şerê xwîndar, wêranî, kuştin û koçberkirina gelê herêmê, çareseriya siyasî ya herî guncew e. Lê di rastiyê de piraniya aliyên ku destwerdana aloziya Sûriyê kirine, li hember dazgehên çapemeniyê û di civînan de îdia dikin ku ew bi pêkanîna çareseriya siyasî re ne. Lê li ser erdê nakokiyên çekdarî zêde dibin. Ev jî çareseriya siyasî bi dûr dixe û herêm ber bi nakokiyek daîm ve dibe, bi taybet di sê salên dawîn de. Mînaka herî berbiçav dagirkirina Tirkiyê herêma Efrînê ye. Hemû îdia dikirin ku aştiyê ji herêmê re dixwaze, lê gelo çawa hiştin Efrîn dagir bike?

Eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike gelo encamên vê êrîşê çi ne?

Ji ber hebûna gelek aliyan di aloziya Sûriyê de û hebûna hîmên bi bandor, gelek dijwar e mirov encamên wê êrîşê texmîn bike. Lê helbet encamên vê êrîşê li ser herêmê dê keraset bin û dê herêmê ber bi nakokiyek giştî ve bibe. Ev jî dê azara sivîlan bi taybet gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêktir bike.

Di dawiyê de rojnameger û derhênera Îtalî Benedetta got ew hewl bide wêneya rastîn a şoreşê û têkoşîna jinê di Rojava de ji tevahiya aliyan ve ragihîne. Ji ber ku ew têkoşîn taybet a jinê ye. Benedetta diyar kir ku wê fîlmek bi navê `Ez şoreş im` derxistiye û di Mihrîcana Amed de li Bakurê Kuyrdistanê hatiye pêşendan. Benedetta di fîlmê de behsa şoreşa jinê di Rojava de ya ku ji tevahiya jinan cîhanê re  bûye mînak û jêdera hêviyê kir. Fîlm bandor li tevahiya jinên ku têkoşîna jinê li Rojava ecibandine, kir.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din