‘Divê Rêveberiya Xweser projeyan dabîn bike û piştevaniya çandiniyê bike’

Akademîsyenê beşa aboriyê Mihemed Horan got “Divê deriyê bazirganiya serbest li herêmên Rêveberiya Xweser bê vekirin. Avakirina kargeh, şîrket û şîrketên di navbera beşên taybet û giştî de bên teşwîqkirin da ku aloziya aborî ya li Sûriyê bê sivikkirin, bi taybet piştî pêkanîna Qanûna Qeyser.”

Piştî ku Qanûna Qeyser di 17’ê Hezîranê de kete meriyetê, nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar daket. Ev daketin wek rojavayî îdia û angaşt dikin tu bandorê li berpirsyar û aliyên piştevaniya hikumetê dikin, nake. Lê belê bandorê li gelê Sûriyê yê ku di nava xizantiyê de dijî, dike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaşa li ser pêngavên divê ji bo sivikkirina bandorên pêkanîna Qanûna Qeyserê bên girtin, tê kirin. Ji ber nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar bi awayekî lez dadikeve û dê bi xwe re azarên mezin li ser gelê Sûriyê bîne.

Têkildarî mijarê ANHA’yê  bi akademîsyenê aboriyê Mihemed Horan re hevpeyvînek çêkir.

Horan got: "Ji salên 80’î ve Qanûna Qeyser pêk tê, lê bi navên cuda. Bi wê re jî beriya bandorên aborî hebin, bandorên derûnî û civakî li ser gel pêk tên. Her kes bi pêkanîna Qanûna Qeyser bandor bûn, çi şêniyên li herêmên Rêveberiya Xweser, çi jî li herêmên rejîmê yan jî li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine. Gelê Sûriyê bi giştî ji cezayên vê qanûnê bandor bûn, herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rewşa wan girantir e. Lê belê pêkan e Qanûna Qeyser li herêmên dewletê bê derbaskirin, ji ber hê hikumetek heye û têkiliyên wê yên aborî û piştevanên wê jî hene. Dewleta Tirk a dagirker bi guhartina lîreyên Sûriyê bi yê Tirkiyê, dagirkirina xwe ya li herêmê disepîne aboriya van herêman bi aboriya Tirkiyê ve girê dide. Her wiha li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine torek heye bi bilindkirina buhaya dolar li hember lîreyê Sûriyê, dilîze."

Mihemed Horan got ku lê li herêmên Rêveberiya Xweser rewş cuda ye, aramiyek di asta jiyanî de heye, her wiha pêngava rêveberiyê spas kir.

ÇAREYÊN PÊKAN ÊN LI HEMBER CEZAYÊN QANÛNA QEYSER

Horan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêngava zêdekirian moçeyan têrê nake, ji ber tenê ji çîneke diyar a şêniyên li herêmên Rêveberiya Xweser re ye û karmend in. Lê belê şêniyên dîtir, karker  û cotkar in, divê piştevaniya wan a pereyan mîna qerzê (deyn) bê kirin. Divê Rêveberiya Xweser proje û ewlehiya xwarinê bi rêya piştevaniya çandiniyê, bi taybet çandina genim, dayne. Li gel me zeviyên çandiniyê bi rûberên fireh hene, divê madeyên çandiniyê ji cotkaran re bên dabînkirin, alîkariya wan bê kirin û ber bi çandiniyên stratejîk mîna genim û ceh ve bê birêvebirin. Divê girîngî li ser buhayên tovan hebe ku cotkar sûdwar bin. Deriyên dahatûyan bê vekirin û bi aborî û siyasetê ve neyê girêdayî, her wiha deriyên bazirganiya serbest bê vekirin, avakirina kargeh û şîrketan bê teşwîqkirin. Şîrketên di navbera beşên taybet û giştî de bên avakirin û bihêlin sermayedar bi serbest û garantor tev bigerin.”

Horan îşaret pê kir ku çemê Firatê dewlemendiyek e, divê bi rêya vekirina projeyan jê jî kişandina avê û piştevaniya cotkaran, ji vê yekê derfet bigirin.

Divê şêniyên li herêmên Rêveberiya Xweser siyaseta xwetêrkirin û piştdayîna xwe pêk bînin, divê ji çandiniya xwe bixwin û li xwe bikin û pişta xwe nedin derve.

Akademîsyenê aborî Mihemed Horan di dawiyê de got: “Divê dergeh bên vekirin, hevkarî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de hebe. Bi taybet dergehê Til Koçer ku girtina wê bandoreke neyînî li jiyana şêniyan kir, vebe.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din