‘Divê rewşenbîr sûcên dagirkeriya Tirk belge bikin’

Rewşenbîrên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku pêwîste rewşenbîr rola xwe di vê pêvajoyê  de bilîzin û sûcên dagirkeriya Tirk belge bikin. Her wiha bang li rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê kirin ku rastiya êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê eşkere bikin.

Dagirkeriya Tirk ji 27`ê Gulanê ve bi dijwarî û bi tevahiya  çekên giran êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê  dike. Tevî ku gundên sivîlan bi balafirên şer  dike hedef. Di encamê de bi dehan ji şêniyên Başûrê Kurdistanê bi taybet şêniyên gundên çiyayê Qendîl, herêma Biradost û Kortekê şehîd bûne.

‘Divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike’

Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên dawîn li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, hebûna Kurd û erdnîgariya Kurdistanê dike hedef. Rewşenbîr, helbestvan û endamê rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hisênî got: “Dagirkeriya Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi dijwarî û hovîtiyek mezin êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Em dikarin bêjin ku xeteriyek mezin li ser me ye. Ji ber wê pêwîste em helwestek cidî li hember wan êrîşan nîşan bidin. Her wiha ji bo sekinandina van êrîşan, ji me û hêzên kurdistanî helwestek hevpar tê xwestin."

Hisênî destnîşan kir ku dewleta Tirk hebûna Kurd, ziman, nasname û mirovahiya wî dike hedef û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk hewl dide bi tevahiya rêbazan her statûyek kurdî wêran bike. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike. Ji ber ku Tirkiye cudahiyê nake di navbera kurdê Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê."

‘Divê rewşenbîr rola xwe bilîzin û sûcên dagirkeriya Tirk belge bikin’

Girêdayî rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de, Hisênî ev tişt gotin: “Divê rewşenbîr hebûna xwe isbat bikin û sûcên dagirkeriya Tirk belge bikin. Ji ber ku Tirkiye şerê gelê Kurd bi giştî dike û cudahiyê  naxe navbera kurdên herçar parçeyên Kurdistanê. Di van kêliyên dîrokî de divê rewşebîr hebûna xwe li ser erdê isbat bikin. Civakê bi rêve bibin, maskên bêhêviyan eşkere bikin û diyar bikin kî dijmin e û kî dost e."

Ehmed Hisênî diyar kir ku rola mezin niha dikeve ser milê rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Ji ber ku ew bi çavên xwe binpêkirinên li ser gelê xwe dibînin. Lewra divê bi awayekî cidî bi xebitin û êrîşên ku li wir rû didin kêlî bi kêlî belge bikin. Her wiha bi tevahiya hêzên xwe kar bikin da ku rastiya van êrîşan eşkere bikin û ragihînin nifşên bên.”

Hisênî bang li rewşenbîrên Kurdistanê kir ku yekrêziya xwe ava bikin û helwestek cidî li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî tevahiya herêmên Kurdistanê bigirin.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê Rojavayê Kurdistanê Abdullah Şêxo destnîşan ki ku divê rewşenbîrên Kurd bixebitin ji bo ku nêrîna refa Kurd bibe yek û ji berjewendiyên kesayetî bi dûr keve. Şêxo wiha got: "Zêdebûna êrîşên Tirkiyê yên li dijî Kurdan, encama nakokiyên di nava Kurdan de ye.”

Şêxo diyar kir ku êrîşên Tirkiyê ne nû ne û wiha pê de çû: “Ev êrîş nabin ên dawîn jî. Divê em yekîtiya xwe ava bikin, piştgirî û desteka hêzên xwe yên leşkerî bikin. Ji ber ku ew jêdera hêz û nasnameya me ne û ew ji bo Kurdistanê fedekariyan dikin."

Di dawiyê de Şêxo destnîşan kir ku hindek rewşenbîr heta niha ji bo berjewendiyên gelê Kurd kar nakin û wiha got: “Hinek rewşenbîr tenê ji bo aliyekî kar dikin. Em bang li wan dikin ku dest ji xîtaba gurkirinê berdin û ji bo doza Kurd li gorî pêwîstî û berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din