‘Divê pirsgirêk li gorî nêrînên Ocalan werin çareserkirin’

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Girê Spî Kedîm Îbrahîm got: “Tirkiye pirsgirêk û binkeftinên xwe yên hundirîn derdixîne derve û "Herêma ewle" ya ku qala wê dike, dikeve vê çarçoveyê de. Giringe ku tevgerkirin li gorî perspektîfên Ocalan pêk were.”

Serokê  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Girê Spî Kedîm Îbrahîm têkildarî gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. Kedîm got: “Peyama Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan a bi rêya parêzerên xwe şandibû teqezî li ser girîngiya xilaskirina gelan ji kuştin, şer, wêrankirin û pêkanîna aştî û ewlehiyê dike.”

Kedîm Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk dijberiya destkeftiyên şoreşa Rojava dike û destnîşan kir ku Erdogan rêbazên qirêj bi kar tîne.

Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: "Erdogan ji nêrînên siyasî û metodên ku gelên herêmê ji bo yekîtiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dikin, ditirse. Ji projeya Netewa Demoratîk a li dijî projeya îxwançî ditirse. Ditirse ku ev projeya demokratîk derbasî Tirkiyê bibe, gelê Tirkiyê ji xewê şiyar bike û di  encamê de Tirkiyê ji pêvajoya netewparêziyê ber bi hevwelatîbûnê ve bibe. "

Îbrahîm îşaret pê kir ku bi pêkanîna projeya Netewa Demokratîk re dê pirsgirêk werin çareserkirin û wiha pê de çû: “Di nav de pirsgirêka bi Tirkiyê re bi edaletî, wekheviya hemû pêkhateyan çareser bibe.”

Derbarê "Herêma ewle" ya ku Tirkiyê qala wê dike de, Kedîm Îbrahîm got: "Kîjan herêm, kîjan şerê ku Tirkiyê qala wê dike. Erdogan piştî di hilbijartinên herêmî de li bajarê mezin bi bin ket û aloziya wê ya aborî giran bû, her wiha piştî nîşaneyên parçebûna partiya AKP û daketina nirxên lîreyên Tirkiyê neçar ma van krîzan derxîna derveyî Tirkiyê. Li ser vê yekê mijara “Herêma ewle” xist rojevê. Erdogan dixwaze Împratoriya Osmanî ji nûve ava bike. Lê ew zeman derbas bû. Heger Erdogan bi vê yekê bifikre ev yek ji bo wî mîna întiharê ye.”

Kedîm Îbrahîm bersiva îdîayên Erdogan ên ku dibêje “niştecihên Girê Spî yên heyî ne resen in” da û got: "Tirkiye mîna van têgehan bi kar tîne, da ku armancên xwe yên mêtîgeriyê pêk bîne. Em bang li her kesên eleqedar dikin ku bila bi xwe werin vir û bi çavên xwe bibînin. Ev herêm bi saziyên xwe yên leşkerî, sivîl û xizmetguzarî ve ji aliyê niştecihên herêmê yên Sûrî ve tên birêvebirin. Kesên ji derveyî Sûrî li vê herêmê bi cih nebûne."

Kedîm Îbrahîm teqezî li ser têkiyên wan ên baş bi welatên cîran, cîhanê û gelê Tirkiyê kir û bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dijminan hevgirtina xwe çêbikin û welat biparêzin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din