`Divê partiyên Kurd bi lez yekitiyê pêk bînin`

Jinan li bajarê Qamişlo bang li aliyên Kurd kirin ku pirsgirêkên xwe derbas bikin, nakokiyên partiyetî bidin aliyek û yekitiyê pêk bînin. Her wiha diyar kirin ku bi yekitiyê re serkeftin dê pêk were û ji bo dijminên Kurdan jî dê derbeyek be.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî di vê dawiyê de ji bo pêkanîna yekitiya li hember êrişên dewleta Tirk û parastina destkefiyên gelê Kurd însiyatîfek da destpêkirin.

Der barê mijarê de jinên bajarê Qamişlo nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin û destnîşan kirin ku gelê Kurd di pêvajoyek hesas re derbas dibe, divê yekitî pêk were.

Jina bi navê Necah Hisên di destpêka gotinên xwe de got, pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe hesas e, ji ber wê divê bi lez nêrîna Kurd û xîtaba wî bibe yek û wiha domand: “Bi yekitiyê re dê serkeftin pêk were.”

Necah Husên bang li tevahiya jinên Kurd çi di nav saziyan de yan jî li derveyî wê kar dikin ku piştgiriya hev du bikin û bixebitin da ku hewldanên yekitiyê biser bixin û yekitiya niştîmanî ya Kurd pêk were.

Di nav gotinên xwe de Necah Husên ev tişt anî ziman: “Hinek aliyên dijberî Kurdan hewl didin sazûmaniya Kurd zaîf bikin û parçe bikin. Her wiha baş ketine ferqê ku yekitiya Kurd tê wateya tunebûna wan. Mînaka herî berbiçav AKP`ê ya ku hewl dide Kurdan ji hev qut bike. Yekitiya Kurd ji dijminan re dê mîna derbeyek bi êş be.”

Her wiha jina bi navê Hediye Remo got: “Artêşa Tirk a dagirker gelê Kurd weke dijminê xwe dibîne. Lewra êrişî Şengal, Wargeha Mexmûr û herêmên Parastina Medya kir da ku nakokî û fîtneyan di navbera Kurdan de biafrîne û yekitiya Kurd têk bibe.”

Têkildarî biserketina însiyatîfên pêkanîna yekitiya Kurd û gihaştina lihevkirinên siyasî Hediye got: “Serkeftina van însiyatîfan ewlehiya Tirkiyê hejand. Lewra Tirkiyê êrişî herêmên Kurd dike û gefan li herêmên din dixwe.”

Hediye Remo rave kir ku ew mudexeleyên Tirkiyê red dike û got: “Em nahêlin Tirkiyê mudexeleya gelê Kurd bike û doza Kurd tehdîd bike. Em ê ji kompliyên wê yên li dijî hebûn, azadî û vîna wî şiyar bin.”

Şêniya bi navê Behiye Sebrî gava ku partiyên Kurd avêtine pîroz kir û got: “Ji sedan salan ve ciwanên me şer dikin û ji bo azadî û yekitiya Kurd canê xwe feda dikin.”

Behiye Sebrî di dawiyê de bang li partiyên Kurd kir ku nêrîna xwe bikin yek, li masaya diyalogê rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha nakokiyên partiyetî yên teng bidin aliyekê.

(şx)

ANHA

                                                                           


Mijarên Din