'Divê NY nehêle dewleta Tirk zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigire'

Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mirovî kir ku bi rola xwe li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker rabe.

Der barê hedefgirtina dewleta Tirk a zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya avahiya Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê li bajarê Qamişlo da.

Daxuyanî bi amedebûna endamên komeleyê û endamên Yekitiya Parêzeran hat dayîn û ji aliyê rêvebera Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cuma ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê demê de ku cîhan di nava aloziyek giran de dijî, ji ber sedema pandemiya Koronavîrusê ev cîhan bi giştî li ewlehiyekê digere, dewleta Tirk êrişên xwe nasekinîne û sûcên navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî rojane dike.

Di roja dagirkirina dewleta Tirk li ser herêma Efrînê di 2018`an de hetanî dagirkirina wê ji Girê Spî û Serêkaniyê re di 2019`an de, hê jî asta êrişên dewleta Tirk di eynî rêjeya giran de ne.

Şantajên dewleta Tirk berdewam in ku naxwaze jiyaneke azad li herêmên ku dagir kirine, hebe.

Ev êrîş neveşartî ne li ser kesekî yê ku dijmintî, dagirkitirin, sûcên dermirovî, komkujî û sûcên şer dikin xwyanî ne. tevî hemû kiryaran dewleta Tirk têr nabe.

Dewleta Tirk hîn jî li ser sûcên xwe nehatiye muhasebekirin û em nizanin ku wê bê muhasebekirin an na.

Dewleta Tirk ku pûşaniya şînkayên, kevneşop û çanda herêma Efrîn wêran kir, mewsimê genim di sala 2019`an de li herêmên ku lê hatine çandin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê dagirkirî û ne dagirkirîn bi topên mehrem û şewatê hedef girt .

Va di vê sala 2020`an de jî dewleta Tirk zeviyên şêniyan hedef digire, ji xeyînî kiryarên wê yê dermirovî di herêmên ku bi zorê dagirkiriye.

Di heman demê de dewleta Tirk cotkarên ku di nava erdê xwe yê nêzî sînorê Tirkiyê de kar dikin hedefdigire, li vir metirsî di nava şêniyan çêdibin ku nikarin herin nava erdê xwe.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî dikin ku rola xwe ya dîrokî bilîzin li gorî zagonên navdewletî bi tayber madeyên (2) û (4) ji peymana Neteweyên Yekbûyî, her du madeyên (1) û (89) ji birotokola zêdekirî ya yekemîn ji sala 1977 berdewamiya hevpeymana Cinêvê ya çaran ji sala 1949`an. Her wiha madeya (147) ji hevpeymana Cinêvê ya çaran ji sala 1949`an. Ji bona çareseriyeke bilez û pê tevliheviya di nava saziyên navneteweyî de."

ANHA


Mijarên Din