"Divê nerîn û rastiya herêmê bi rêya MSD`ê ji derve re bê parve kirin"

Kesayetên ji bajarê Qamişlo îşaret bi girîngiya dewamkirina MSD`ê di lidarxistina semîner û civînan ji bo yekbûna nerînên hêzên demokratîk û hemû karên dîplomatîk li derve û hundir dikin civakê kir û girîngiya derxistina rastiya herêmê ji dewletên herêmî û navneteweyî re.

Di çarçoveya rêzecivîn û semîneran û karên dîplomatîk li derve û hundir dikin kar ku MSD`ê li Sûriyê û derve bi aliyên opozisyona Sûriyê, kesayetên siyasî, rewşenbîr û serbixwe û pêkhateyên civakê re der barê projeya Rêveberiya Xweser û rêyên çareseriyê û lêkolînkirina dozên di nexşeya rê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê lidar dixe, îro MSD`ê li hola Zana a bajarê Qamişlo semînerek ji kesayetên civakê û rewşenbîrên li herêma Cizîrê re lidar xist.

Di semînerê de 83 kesayetên civakî ji rewşenbîr, rojnemevan, enduzyar, bijîşik, nûnerên eşîran, hevseroka MSD`ê Emîne Omer, berpirsa komîteya rêxistinî ya meclisê Leyla Qehreman û endamê komîteya amadekar a werşeyên kar ê meclisê li derve Elî Rehmûn amade bûn.

Semîner ji aliyê Emîne Omer, Leyla Qehreman û Elî Rehmûn hate birêve birin, her wiha semîner li ser rewşa heyî li herêmê û taybet gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bû, beşdaran nerîna MSD`ê ya çareserkirina aloziya Sûriyê teqez kirin û dane xuya kirin ku diyaloga siyasî aştiyan e bi hemû aliyan re, kefîle ku zemînekî guncaw ji bo danîna çareseriyan ji aloziya Sûriyê yên heyî re û têkbirina gefxwarinên Tirkiyê ye.

Beşdaran teqez kirin ku ji bo yekbûna nerînên hêzên demokratîk û hemû pêkhateyên civakê, girîng e MSD di lidar xistina civînan, semîneran û werşeyên kar li hundir û derve lidar bixe û rastiya heyî li herêmê ji dewletên herêmî û navneteweyî re derxe.

Der barê girîngiya semînerên diyalogî, Hevseroka MSD`ê Emîne Omer destnîşan kir ku armanc guhdarkirina hemû aliyên civakê di pêvajoya heyî û dîtina wan ji çareseriyê re, da ku hemû aliyên civakê ji biryarên siyasî ne dûr bin.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din