‘Divê Meclisa Ewlehiyê gefên dagirkeriyê bi dawî bike û aloziya Sûriyê çareser bike’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd a Sûriyê bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî bang li dewletên têkildar û Meclisa Ewlehiyê kir ku sînorekî ji Tirkiyê û çeteyên wê re deynin û gefên wê li ser Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê bi dawî bikin. Her wiha çareseriyeke siyasî ya li gorî biryarên NY`yê ji aloziya Sûriyê re bibînin.

Di 19`ê Tîrmehê de çirûska şoreşê ji xaka berxwedanê Kobanê dest pê kir û destpêkeke nû ji Kurdên li Sûriyê re ku bi salên dirêj ji dema serxwebûna Sûriyê 1946`an ve gelek azar kişandin, ragihand. Ev şoreşa ku bi keda keç û xortên Kurd mezin bû, êş û azarên ku gelê Kurd ji destê hikumeta Sûriyê dikişand, bi dawî kirin.

Piştre şoreş li tevahî bajar, bajarok û gundên Rojava belav bû. Ew ne tenê ji bo rizgarkirina gelê Kurd bbû, lê belê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin siya wê de kom bûn.

Bi saya Şoreşa 19`ê Tîrmehê gelê Kurd rêveberiyeke xweser a demokratîk ji hemû pêkhateyên gel, ol û mezheban re damezirand ku atmosfereke demokrasî û azadiyê ava kir. Lê belê ev şoreş û encamên wê yên mezin ku bandoreke erênî li jiyana gelê herêmê kir, li xweşiya dijminên gelan nehat. Lewra ji hemû aliyan ve û bi rêya çeteyan û komên terorîst ku êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Til Koçerê kirin, hewl dan herêmê dagir bikin û desthilata Osmanî ji nû ve vegerînin.

‘BI FEDAKARIYÊN ŞEHÎDAN DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ HATIN PARASTIN’

Bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Ezîz Ehmo di axaftina xwe ya pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê de wiha got: "Bi keda şervanên YPG`ê êrişên çeteyan li hemû herêman hatin şikandin û destkeftiyên şoreşê, Rêveberiya Xweser û saziyên wê hatin parastin."

Dewleta Tirk a dagirker û sîstema Erdogan, hewl da careke din êriş bikin û vê carê hemû derfetên xwe yên leşkerî û çeteyên ser bi opuzsyona Sûriyê ve bi kar anî û herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û tevlîhevî û rûxandin li wan herêman çêkir.

Ehmo bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî rê da çeteyên xwe ku kiryarên kuştin û revandinê pêk bînin û herêmê veguherînin dojeh. Tirkiyê bi vê yekê hemû pîvanên navnetewî û pîvanên mafên mirovan paşguh kir, ku li hemberî wê hêzên mezin û Meclisa Ewlehiyê bêdeng man.

Ehmo destnîşan kir ku wekî Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) ew amade ne ku ji her demê zêdetir û bi hêztir destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin, hemû derfetên xwe bikin xizmeta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û koçberan vegerînin warê wan û mal û milkên ku çeteyên Tirkiyê talan kirine, bidin xwediyên wan.

‘DIVÊ DEWLETÊN TÊKILDAR DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ BI DAWÎ BIKIN’

 

Ehmo bang li dewletên têkildar û Meclisa Ewlehiyê kir ku sînorekî ji Tirkiyê û çeteyên wê re deynin û gefên wan li dijî Rêveberiya Xweser û destkeftiyên "Şoreşa Azadiyê" bi dawî bikin. Her wiha çareseriyeke siyasî ya li gorî biryarên NY`yî ji aloziya Sûriyê re bibînin, ku careke din ewlehiyê vedigerîne Sûriyê û dagirkeriya delweta Tirk li cografiya Sûriyê û giştî herêmê bi dawî dike.

Ehmo her wiha daxwaz kir ku çareseriyeke adil ji doza Kurdî re bê dîtin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din