​​​​​​​'Divê li dijî şerê taybet civak bê perwerdekirin'

Ji rêveberên Akademiya Şehîd Berçem, Fatima Keleş armanca dewleta Tirk a dagirker ji şerê tabyet û belavkirina wê di nava civakê, eşkere kirin ku û got: "Divê civak li hember şêwazê şerê taybet bê perwerdekirin."

Ji bo pêkanîna armanc û projeyên xwe yên mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, dewleta Tirk şerê taybet dimeşîne.

Tirkiyê bi şerê taybet dixwaze bê baweriyê di nava gelên herêmê de ava bike û nakokiyên girêdayî ol û mezheban ji bo derxistina şerê navxweyî derxîne.

ÇAWA Û JI BO ÇI BI KAR TÎNE?

Endama rêveber a Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem a navçeya Dirbêsiyê Fatima Keleş ji ANHA`yê re daxuyand ku dagirkeriya dewleta Tirk hemû şêwazên madî û manweî yên dermirovî ji bo hegemoniya li ser gelan, bi kar tîne.

Tirkiyê ji bo belavkirina derewan û nûçeyên ji rastiyê dûr, dezgehên çapemeniyê yên ji bo pereyan kar dikin bi kar tîne. Her wiha ji bo derxistina şerê navxweyî û ketina nava pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, derewan belav dike.

Fatima Keleş diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike ku gelên herêmê bi bêbaweriyê û neîstiqrarê bide hîskirin û wiha got: "Lewra, tundiyê û çekan bi kar tîne û li herêmên ku dagir kirine terorê belav dike. Da ku serweriya civakê bike."

'TEKNOLOJIYA JI BO PARÇEKIRINA MALBATAN Û WENDAKIRINA CIWANAN BI KAR TÎNE'

Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Tirkiyê hewl dide ku wê projeyê têk bibe, ji ber ku wekî xeterî li ser dîktatoriya xwe dibîne û bi rêya derxistina fitneyê di nava bingeha gelêrî ya şoreşger û pêkhateyan de û belavkirina nûçeyên derew, hewl dide îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Fatima wiha berdewam kir: "Tirkiyê, teknolojiya û înternetê wekî şerê taybet bi kar tîne da ku malbatan parçe bike. Her wiha ciwanan teşwîqî madeyên hişbir û fihûşê dike ji ber ku ciwan bingeha civakên şoreşger ên dijî zilmê ne."

Fatima wiha lê zêde kir: "Hewl dide têkiliya şoreşgerî di navbera ciwan û civakê de têk bibe. Da ku wan dûrî armancên avakirina civakeke rast ku bingeha wê jin û ciwan in, bixe. Tirkiyê baş dizane ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya jin û ciwanan bû ku zêdetirî 12 hezar şehîd dan."

Fatima diyar kir ku li dijî siyasetên şerê taybet ku Tirkiyê dimeşîne divê destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê werin parastin û civak were perwerdekirin. Her wiha divê ciwan bi pey nûçeyên derew û şêwazên dûrxistina ciwanan ji rastiyê, nekevin.

Endama rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê Şehîd a Berçem, Fatima Keleş bang li gelên herêmê, bi taybetî saziyên fikrî kir ku li dijî planên Tirkiyê yên dagirkeriyê yek dest bin û zanabûnê di nava ciwan û şêniyan de belav bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din