​​​​​​​‘Divê Komkara Erebî ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk gavan biavêje’

Şêxê eşîra Esyad El-Heyayîn şêx Elladîn Ehmed bang kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogên cidî li dar bixin û bang li Komkara Erebî jî kir ku li hemberî artêşa Tirk helwestekê nîşan bidin.

Elladîn Ehmed diyar kir ku yekitiya nîştimanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneyek e û wiha got: "Tevahiya pêkhateyan Kurd, Ereb û Suryan li hemberî terorê sekinîn û civakeke hevgirtî ava kir. Divê gelê Sûriyê yekitiyeke nîştimanî ava bike û ji bo bidawîbûna aloziyê û garantiya çareseriyeke siyasî, tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re bikin mînak."

Elladîn Ehmed destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi rêya yekitiya nîştimanî gelek destkeftî bi dest xistin û rûbereke mezin ji xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar kirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Çi aliyê siyasî be û çi leşkerî, divê piştgiriya gelê herêmê were kirin, ji ber ku erkeke nîştimanî ye û ji her sûriyekî û rejîmê tê xwestin ku girîngiya pêngavê nas bikin û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan li dar bixin."

Şêx Elladîn Ehmed got li welatên Ereban yekitî tune ye, nexasim hin welatên Ereban alîgirên dewleta Tirk in ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, li hemberî vê Komkara Erebî bê deng e û ev dihêle hîn zêdetir pêşeroja herêmê tarî bibe û wiha domand: "Lewra divê Komkara Erebî gavan biavêje û dawî li sûcên artêşa Tirk ên destwerdana wê ji kar û barên dewletên erebî re bîne.”

HELWESTÊN MISIRÊ GIRÎNG IN

Şêx Elladîn Ehmed di dawiya gotina xwe de bal kişand ser rola Misirê û ev yek got: "Dewleta Misir têkildarî aloziya Sûriyê û êrişên artêşa Tirk helwestên wê sabît in. Em spasiya dewleta Misirê dikin û bang li Komkara Erebî dikin ku li  hemberî êrişên artêşa Tirk helwestekê diyar bike û hîn zêdetir piştgiriya gelê Sûriyê bike."

(eh)

ANHA


Mijarên Din