‘Divê kesên ku şerê DAIŞ’ê kirine beşdarî amedekirina destûrê bibin’

Nivîskar û endamê Komelya Çanda Suryan Hena Somî, ji bo paşguhkirina beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xebata amedekirina destûrê rexne kir û got: “Divê NY’e bangî kesên ku parastina yekîtiya xaka Sûriyê dikin û şerê çeteyan kirine, bike. Ne ku bangî kesên piştgiriya terorê dikin bike.”

Nivîskar û endamê Komelya Çanda Suryan Hena Somî îşaret pê kir ku komîteya destûrê ya ku hatiye ragihandin, nûnertiya gelê Sûriyê nake.

Hena Somî got: “Nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi vetoya Tirkiyê  û navdewletî hat redkirin. Armanca Tirkiyê û dewletên Ewropayê ya redkirina beşdariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûrê de, ew e ku  ajandeyên xwe li herêmê bi rêya çeteyên bi navê opozîsyona Sûriyê, pêk bînin."

Somî diyar kir ku divê NY’ê destpêkê bangî kesên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, bûna, ne ku yên piştgirî dane terorê.  Somî got: “Diviyabû NY’yê bangî kesên parastina yekitiya xaka Sûriyê,  şerê çeteyan û bi hezaran gelên Sûriyê ji komên terorê rizgar kiriye bikira û ne bangî kesên hewl didin Sûriyê parçe bikin û piştevanê terorê dikin, bike. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Xweser û hêza xwe ya leşkerî parastina welat kir û dûrî ajinedayên derve xwe bi rê ve bir."

Di dawiyê de Hena Somî got: “Çarenûsa komîteya destûrê binkeftin e. Ji ber nûnerên gelên Sûriyê ne beşdar in. Di serî de jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi nûnertiya Rêveberiya Xweser. Pêkhateyên herêmê di berxwedan û xwerêvebirinê de heta xwegihandina çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ya dûrî kesên destên wan di xwîna gelê Sûriyê de heye, bi taybet derbarê kesên ku îro beşdarî vê komîteyê bûne, berdewam e."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din