`Divê hunermendên Kurd helwestek cidî li hember bûyera şehîdêxistina Bairş nîşan bidin`

Hunermendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku pêwîste hemû hunermendên Kurd helwestek cidî nîşanî bûyera şehîdxistina Bariş Çakan bidin û gotin, hunermendê yê gelê xwe ye û divê azarên gelê xwe rave bike.Hunermendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku pêwîste hemû hunermendên Kurd helwestek cidî nîşanî bûyera şehîdxistina Bariş Çakan bidin û gotin, hunermendê yê gelê xwe ye û divê azarên gelê xwe rave bike.

Ciwan Kurdî Bariş Çakan(20) roja Yekşemê ji ber ku di parkekê de li Enqereyê paytexta Tirkiyê guhdarî stranên Kurdî dikir, rastî êrişekê ji hêla sê ciwanên Tirk ve hat. Di encamê de şehîd ket. Ev bûyer rastî nerazîbûnên tevahiya çînên civaka Kurd hat. 

Hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Çetelê diyar kir ku her bûyerek li cîhanê rû bide, nîşaneyên wê yên berê hene, mîna şehîdêxistina ciwanê Kurd Bairş Çakan û got: "Ev bûyer ne bûyerek di rêzê de ye. Lê belê zihiniyeta dewleta şofnîst ku çawa ciwanên xwe perwerde îsbat dike. Beriya çend rojan bûyerek mîna wê li Amerîka rû da. George Floyd ji ber rengê xwe yê reş hate kuştin."

Çetelê destnîşan kir ku bûyera qetilkirina Bariş Çakan zihniyeta ku Tirkiyê di gelê Tirk de diçîne derxist holê û got: "Ev bûyer ne biçûk e lê belê mezin e, gelê Kurd û zimanê wê armanc dike."

Çetelê bi navê tevgerê bûyera şehîdêxistina Bairş Çakan şermezar kir û got: "Em soz didin Çakan û tevahiya şehîdên azadiyê û gelê Kurd ku berdêl çi dibe bila bibe em ê bi zimanê xwe binivîsin û bistirin heta ku gelê Kurd bigihêje tevahiya mafên xwe yên rewa û azad bibe."

Çetelê destnîşan kir ku divê hunermendên Kurd xwedî helwestek cidî bin û got: "Hunermend ê gel e. Divê azarên gelê xwe rave bike û helwestek cidî li hember siyasetên li dijî gel tên kirin nîşan bide."

Girêdayî heman mijarê hunermend Daniş Botan îşaret pê kir ku ev bûyer asta nejadperestiya zihniyeta Tirkiyê ya ku kesek qebûl nake, derdixîne holê û wiha pê de çû: "Ev bûyer der exlaqî ye û binpêkirinên Tirkiyê yên der exlaqî yên li dijî civakê îsbat dike."

Botan anî ziman ku wek huneremendên Kurd ew bi israr in rastiya gelê Kurd û rastiya binpêkirinên li dijî wî têne kirin bi rêya karê xwe xuya bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din