‘Divê hesab ji çeteyên bi cenazeyê şehîd Amara lîstine bê pirsîn‘

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî êrişa çeteyên Tirkiyê ya li ser benda şervana YPJ‘ê da û got: ‘‘Divê hesab ji çeteyên bi cenazeyê şehîd Amara lîstine bê pirsîn.‘‘

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî kiryara çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser benda şervana YPJ‘ê Amara daxuyaniyek nivîsîk weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di dema ku civaka navdewletî û cîhan piştî tunekirina DAIŞ`ê nefesên dêrîn kişand û piştî gelek salan ji têkoşîna ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê alê Hêzên Sûriye Demokartîk de, vaye teror careke din bi rêya êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket.

Gundewar û bajar bi balafir, topavêj û çekên qedexekirî hatin hedefgirtin. Di encamê de hejmarên mezin a sivîlan şehîd bûn. Hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ji vê têr nebûn,  vê carê bi cenazeyên şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk di nav de şervana YPJ`ê Amara dilîzin. Şervan Amara di şeva 21`ê Cotmehê de şehîd bûn û bi awayekî hovane bi cenazeya wê hate lîstin. Ev kiryar hişmendiya tarî û hov a vê êrişê nîşan dide. Şehîd Amara di eniyên berxwedanê de ji bo parastina şêniyên gundê Çelebiyê yê girêdayî kantona Kobanê û bi biryara agirbestê re dilsoz bû.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqî yên têkildarî parastina mafên jinê, rêxistinên mafên mirovan û tevahiya rêxistinên jinan dikin sînorekê ji sûcên ku li dijî qanûnên navdewletî ne deynin û sûcdaran ji hêzên tirkî û komên çeteyên girêdayî wê muhesebe bikin. Kiryara hêzên tirkî û çeteyên wê li Efrînê di şexsê şehîd Barîn Kobanê de hîna bi awayekî hovantir li herêmên dagirkirî li Girê Spî û Serêkaniyê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din