2’yê Gulanê siyasetmedara Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Azîme Arsûn ku nexweşiyek wê ya giran hebû, dema xwestibû ji bo tedawiyê di balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê re derbasî derveyî welat bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin.
11′ê Gulanê Rêveberiya Nîşingeha (îqametgeh) Hewlêrê der barê girtina Azîme Arsûn de daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê dosya Arsûn radestî hikumeta Iraqê bikin.
Rojnameger û çalakger Şoxan Mîrza li ser girtina têkoşer Azîme Arsûn diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku PDK′ê siyasetmedarên Kurd destgîr dike, îşkenceyê li wan dike û rê li pêş wan digire.
Şoxan anî ziman ku PDK′ê di girtina têkoşerên Kurd de xwedî dîrokeke reş e û got: "Desthilatên hikumeta Başûrê Kurdistanê bi zanabûn bûyera destgîrkirinê nixumand û tu daxuyanî li ser mijarê nedan. PDK′ê îdia kir ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye girtin, lê Bexdayê ew îdia derewandin. Bê guman ev li dijî rêgezên mafên mirovan û Kurdiyatiyê ye; ji ber ku îdia dike ku ew partiyeke Kurd e û navê Kurdistanê bi xwe ve vedike."
Şoxan Mîrza anî ziman ku PDK'ê bi pêkanîna kiryarên wiha dixwaze berjewendiyên xwe biparêze û li gorî berjewendiyên dewletên dijîberî Kurdan, di serî de dewleta Tirk a dagirker tev digire. Her wiha got, ev kiriyar xizmeta berjewendiyên malbatî û partiyetî yên teng û xizmeta dijminê Kurdan û dewleta Tirk tenê dike.
Şoxan diyar kir ku bazarên siyasî li ser hesabê gelê Kurd tên kirin û PDK′ê alava pêkanîna vê kiryarê ye.
Şoxan di dewama axaftina xwe de got: "Xwerêvebirin hêviya tevahî Kurdên li Kurdistanê bû, lê siyasetên PDK′ê yekser dikevin xizmeta dijmin. Ji bo vê yekê, ev ne tenê banga min e, lê banga beşekî mezin ê gelê Kurd e ku divê ev siyasetên li dijî gelê Kurd bi dawî bibin. Divê her Kurdek li hember vê dozê bê deng nemîne û ji bo serbestberdana Aîzme Arsun xebat bike."
(fr)
ANHA