‘Divê her dewer, qad û kolan bizivirin qadên serhildanê‘

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG), Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek hevpar dan û got pêwîste li dijî dagirkeriya ku pêşaroja hemû gelan tune dike hem dewer, qad û kolan bizivirin qadên berxwedan û serhildanê.

Daxuyaniya hevpar a Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG), Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşge (CKŞ) wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ji destpêka şoreşa Rojava ve heta îro ji bo xeniqandina şoreşa me û di serî de ji bo tunekirina destkeftinên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê di nava hewldaneke mezin de ye.

Di serî de bi piştgirdayîna çeteyên hov ên wek El-Nûsra û DAIŞ’ê di vê herêmê de dijminatiya xwe li dijî gelan mezin dike. Îtîfaqa faşîst a AKP’ê û MHP’ê ya ku hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd ava dike destpêkirina operasyona li ser herêma Bakurê Sûrî û Rojava ku demeke dirêj e tînin ser ziman careke din anîn ser ziman. Ligel lihevkirina li ser herêma ewlehiyê, ligel hemû îtîfaq an di van çen rojên dawî de dîsa destpêkirina êrîşê ji aliyê dikdator Erdogan û hema piştî wê ji aliyê alîgirên şer ve tê anîn ser ziman. Divê bê zanîn ku ev planê dagirkeriya Tirkiyê wê bi piştgirî û erêkirina hêzên navnetewî yên wek  Emerîka, Rûsya, Netewên Yekbûyî bê xistin dewreyê.

Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ya ku li gorî lihevkirina li ser herêma ewlehiyê tevgeriyan di hemû qadan de di vî alî de amedekariya xwe berdewam kirin û hîna berdewam dikin. Lê dikdatorê faşîst Erdogan bi gotina “Em ê şevekê ji nişka ve bên” bi hezaran leşker, tank û topên xwe anîn ser sînorê Girê Spî û Serêkaniyê û talîmata şer daye.  

Ev êrîşa Tirkiyê derveyî ji têkîliyên îtîfaqî yên navnetewî ên emperyalî nayê fikirîn û nayê destpêkirin.Erêkirina êrîşa dewleta Tirk ji aliyê Emerîka ya ku bi QSD’ê ve heta niha di nav îtîfaqa taktîkî de bû ne rewşeke ku matmayî bê mane. Bêdenk man e Emerîka li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker bîne ser gelên herêmê li gorî rastiya wê ye.Ji ber ku ew tenê li gorî berjewendiyên xwe yên leşgerî û aborî li ber çav digire.

Ev êrîşa dagirkeriyê ku bi piştgiriya Rûsya,Îran û Sûrî û bi bêdenegmane Emerîka pêk were di serî de tunekirina destkeftinên gelê çar parçeyê Kurdistanê ku bi saya şoreşa Rojava bi dest xistin, armanc digire. Ev êrîş di heman demê de li dijî hemû gelên Bakurê Sûriyê ku bi saya şoreşê azadiyên xwe bi dest xistine.

Ditirsin… Ji ber ku şoreşa Rojava deriyê ku ji azadiya hemû gelan re vedibe ye.

Ditirsin… Ji ber ku şoreşa Rojava li dijî pergalên zilamperest yên desthiladar ronesansa jinên ku bi hezar salane di bin desthiladariya zilamperest de tên bindstkirin û dîrok, beden û nasnameya wan tê tunekirin e.

Ditirsin… Ji ber ku şoreşa Rojava vîna bi hev re jiyankirin û biratiya gelên blindest ku bi sed salan e bi siyaseta “parçe bike û bi rê ve bibe” hatine dijminkirin e.

Mafdar in ku bitirsin û em ê tirsa wan hîna mezintir bikin. Ev şoreş 8 sal e derveyî îtîfaqên taktîkî bi saya bedêla xwîna hezer an rêhevalên me yên jin, xort û nasnameyên cûda hat bi dest xistin.

Wek saziyên Rojava, Bakurê Sûrî yên pêşeng û pêkhate em ê îro jî di hemû qadan de ax, azadî û vîna xwe biparêzin.Em ê heta dawiya dilopa xwîna xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, hêzên herêmê yên mêtîngeh û hêzên navnetewî yên emperyalî bi hêz û mekanîzmayên xweparastina gel li ber xwe bidin. Em ê tu car dev ji destkeftinên xwe yên ku me bi xwîna hezar an şehîdên xwe bi dest xistî bernedin.

Di ev pêvajoya ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran hêz, tank, top û sîlahên giran tîne ser sînorên me û amadekariya şerekî qirêj dike de em destpêkê de bangawaziya gelên Tirkiyê yên karker û kedkar, hemû jin û ciwan an, bangawaziya gelê Bakurê Kurdistanê yên ku îradeya wan ya şarederiyan bi rêya qeyûm an hatiye dagirkirin, bangawaziya gelê Başurê Kurdistanê ku dîsa axa wan jî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê vet ê dagirkirin, bangawaziya gelê Rojhilat û hemû herêmê dikin ku bi berxedaneke mezin rê nedin dagirkeriyê.

Ev êrîş û şer di heman demê de ji bo karker û kedkarê Tirkiyê ku keda wan ji aliyê faşîzma AKP’ê ve tê mêtîngehkirin wê bibe rûxaneke mezin. Hemû keda wan bi rêya derîbeyan li dijî gelê Kurd di şer de tê bi kar anîn û gelê bindest jî di nav qeyrana aborî de dijî. Di aliyekî de gelê Kurd û gelê herêmê di komkujiyan re tê derbaskirin, di aliyekî de jî bêkarî, xizanî mezin dibe.

Ji ber wê pêwîst e li dijî dagirkeriya ku pêşaroja hemû gelan tune dike hem dewer, qad û kolan bên zivirandin qadên berxwedan û serhildanê. "

ANHA


Mijarên Din