'Divê helwesteke neteweyî nîşanî PDK’ê were kirin'

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê peyamek şand ji Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 20’emîn û bang kir ku divê helwesteke neteweyî nîşanî PDK’ê were kirin.

Desteya Giştî ya 20’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  bi tevlêvûna siyasetmedar, ronakbîr, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên ji her dera dinyayê îro dest pê kir. Ji ber şewba koronavîrusê civîn li ser înternetê hate kirin. Ji xeynî endamên KNK’ê ji her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên gelek partî, rêxistin û organîzasyonan jî tevlê bûn.

Di civînê de peyamên partiyên pêkhateyên KNK’ê hate xwendin. Di heman demê de nûnerên Rûsya, Kurdên Anatoliya Navîn û nûnerên gelek komên dînî jî peyam şandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî peyamek ji civînê re şand û bangên girîng kir.

KCK’ê bal kişand ser geşedanên dawîn ên li Kurdistan û herêmê û got “Çawa ku di şerê cîhanê yê 1’emîn û 2’emîn de pergala dinyayê guherî niha jî di şerê cîhanê yê 3’emînd e pergala dinyayê tê avakirin. A niha pergala heyî hatiye hilweşandin. Di vê pêvajoyê de ji bo ku Kurd nebin xwedî statu hemû hêzên mêtinger û qirker ketine nav seferberiyê. Di êrîşên dawîn de yên ku bi koordînatoriya DYE û bi destê dewleta Tirk tê kirin, mixabin PDK jî piştgiriyê dide van êrîşan.

Helwesta PDK’ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd qels dike û dibe sedem ku li ser gelê Kurd êrîş were kirin. PDK jî li bendê ye ku hêzên dijmin piştgiriye bide wan û xurt bibin. Lê di dîroka gelê Kurd de gelek mînak hene ku ev helwest xefleteke mezin e.”

Di peyamê de qala serhildana Agiriyê, Komara Mehabadê ya Demokratîk, tevgera li Başûrê Kurdistanê ya di salên 1970’î de, komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û referandûma di sala 2017’an de nîşanî me dide ku hêzên serwer li dijî gelê Kurd çawa bûne yek. Di peyamê de bal hate kişandin ser êrîşên li ser Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê û ev tişt hate gotin, “Ev êrîşên ku dewleta Tirk dike, bi koordînatoriya DYE û piştgiriya PDK’ê tê kirin. Li ser gelê Kurd xetereyeke gelekî mezin heye. Heke gelê Kurd helwesteke xurt a welatparêz nîşan nede, wê nikaribe xwe ji van qetlîaman rizgar bike.

Lê mixabin li pêşiya yekîtiya gelê Kurd astengiyên mezin hene. Hêzên mêtinger bi rêya hin partiyan naxwaze yekîtiya gelê Kurd pêk were. Tê zanîn ku bi tenê PDK nêzî xebatên yekîtiyê nabe. Di vir de ev tişt derdikeve pêş, ji ber ku PDK naxwaze ma wê gelê Kurd nikaribe yekîtiya xwe pêk bîne? Em ê li benda PDK’ê bin? Divê em daxwaz û helwesta gelê Kurd birêxistin bikin, zextan li PDK’ê bikin û wê bînin ser xeta neteweyî. Heke PDK neyê ser vê xetê, divê em bêyî PDK vê xebata pîroz bikin. Di vir de peywireke girîng dikeve ser milê KNK’ê.

Divê gelê Kurd dest bide hev û li dijî peymana li ser Şengalê ya ku Bexda û Hewlêrê di nav xwe de kirine nerazîbûna xwe diyar bike. Divê Şengal bi tenê neyê hiştin. Li gorî agahiyên ku me wergirtiye piştî Şengalê ji bo Mexmûrê jî heman plan rê kirin. Heke pêşiya wê neyê girtin wê hin hewldanên din jî were kirin. Em hêvî dikin ku di vê civîna we de xwedî li Şengalê were derketin û ji bo azadkirina herêmên li Rojava hatine dagirkirin jî hin biryar werin stendin.

Di heman demê de divê azadiyê Rêber Apo jî wekî peywireke welatparêz were dîtin. Hêviya me ev e ku ji bo azadiya Rêber Apo jî biryar were stendin.”

KCK’ê diyar kir ku ji bo azadiya gelê Kurd wan li Kurdistan û her dera dinyayê bi slogana ‘Dawî li tecrîd, faşîszm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ pêngavek dane destpêkirin û got, “Bi vê pêngavê re em hewl didin rejîma qirker bi dawî bikin û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin.Em hêvîdar in bi xebatên we yên dîplomasiyê û hewldanên we yên ji bo yekîtiya neteweyî wê tevkariyeke mezin li têkoşînê were kirin. Li ser vî esasî em serkeftinê ji we re dixwazin.”

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî rapora xebatên salana ya Konseya Rêveber a KNK’ê xwed û derbarê xebatên KNK’ê û xebatên komîsyonên KNK’ê agahî da.

Desteya Giştî ya 20’emîn bi nîqaşa delegeyan a li ser raporê didome.


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn