‘Divê guleteqandina di şahiyan de were bidawîkirin’

Şêniyên Reqayê û rûspiyê eşîra El Welde diyar kir ku diyardeya guleteqandinê di şahiyan de, li herêmê zêde bûye û divê dawî lê were anîn.

Li Reqayê û gundewarên wê guleteqandin di şahî û boneyan de zêde bûye. Ev yek xetereyê li ser welatiyan çêdike.

Têkildarî mijarê, şêniyên Reqayê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku ev yek pir xeternak e, divê bê qedexekirin û welatî li ser vê xetereyê werin hişyarkirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/192921_-_1.jpg

Feysel El Erîf têkildarî mijarê wiha got: "Di boneyan de avêtina guleyan xeternak e. Par di dema derketina encamên bawernameyên amadehî û navîn de ji ber guleteqandina ketober gelek kesan jiyana xwe ji dest da."

El Erîf wiha domand: "Em dikarin di şahiyan de bi dîlan û stranan hestên xwe nîşan bidin, ne bi guleteqandinê.”

′ŞAHÎ DIBIN ŞÎN′

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/193303_-.jpg

Welatiya bi navê Nûr Mihemed jî wiha got: "Dibe ku avêtina guleyan di bone û şahiyan de wê veguherîne şînê. Kêfxweşî bi avêtina guleyan nabe."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/193312_-_2.jpg

Mihemed Ziyab jî bal kişand ser aliyekî din ê xirab ê vê yekê û anî ziman ku ji bilî zirarên canî. Ziyab got: "Di vê demê de zarok jî di şahiyan de guleyan diavêjin. Nikarin çekê kontrol bikin û welatiyan birîndar dikin. Bûyerên wiha gelek caran çêbûne.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/193326_-.jpg

Rûspiyê eşîra El Welde ya li Reqayê Yûsif El Esed jî wiha got: "Di şahiyan de gule werin avêtin nezanî û cehalet e. Em rûspî û şêxên Meclisa Rûspiyan a Reqayê vê yekê red dikin. Em bang li welatiyan dikin ku di bone û şahiyan de guleyan neavêjin û zarokên xwe ji xetereyên wê hişyar bikin û parastina welatiyan bikin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn biryareke dabû ku guleteqandin di şahî û boneyan de qedexe ye, baca nêzî milyonekê lê tê birîn û çek tê desteserkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din