‘Divê em têkoşînê ji bo bidawîkirina tecrîdê mezin bikin’

Pêkhateyên herêma Dêrikê got azadiya rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelên ku bi demokrasî û biratiye gelan bawer in. Şêniyan banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Desthilata Tirkiyê tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên parêzeran û yên malbatê jî qedexe dike. Girêdayî tecrîdê û qedexekirina hevdîtinan bi rêber Abdullah Ocalan re pêkhateyên Dêrikê ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê bi navê Mihemed Xidir ji pêkhateya Ereb, got: "Ji bo me wek pêkhateya Ereb tecrîda giran ku AKP`ê li Ocalan ferz kiriye, cihê mixabiniyê ye. Ji ber ku rêber Ocalan bi fikr û felsefeya xwe ya kûr wateya neteweya demokratîk, biratiya gelan û aştiyê da rûniştandin."

El-Xidir wiha domand: "Herêm bi tevahiya pêkhateyên xwe di encama felsefeya neteweya demokratîk de di nav aştî û ewlehiyê de ye. Ev tecrubeya ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirî bingeh û li dijî berjewendiya AKP`ê bi serkêşiya Erdogan û hevalên wî ne."

Di nav gotinên xwe de El-Xidir diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li tevahiya netewe û gelên ku bi azadî û felsefeya neteweya demokratîk bawer in.

El-Xidir bang li tevahiya gelan kir ku li rex rêber Ocalan bisekinin û asta têkoşînê li dijî Erdogan, çeteyên wî û siyasetên wî li herêmê bisekinin ji ber ku rêber Ocalan gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek.

El-Xidir di dawiyê de got: "Pêkhateya Ereb bi tevahiya çînên xwe li dor fikr û felsefeya neteweya demokratîk kom bûn, ji ber ku ew fikr û rêya rast e da ku bigihîjin azadî û demokrasiyê. Her wiha rêya xilasiya ji komên çete yên ku AKP bi serkêşiya Edogan desteka wan dike."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Sîda Henna Ibrahîm ê ji pêkhateya Suryan tecrîda giran a ku desthilatdara Tirkiyê li rêber Ocalan ferz dike, şermezar kir. Sîda wiha axivî: "Di encama hevgirtin û biratiya gelên dijberî berjewendiya Erdogan de tecrîd hat. Tirkiyê ji tecrîdê armanc dike ku ji kirîzên xwe yên hundirîn û parçebûnên ku di nava  AKP`ê de rû didin bi reve. Ji ber wê Erdogan bi lez berê xwe da dadgehan, tecrîd ferz kir û hevdîtinên Rêber bi parêzeran re qedexe kirin."

Di dawiya gotinên xwe de Sîda Henna bang li tevahiya şêniyên azadîxwaz, NY û rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku zextê li hikumeta AKP`ê bikin da ku tecrîdê bi dawî bike û rê bide hevdîtinên malbat û parêzeran û got: "Ji ber ku azadiya Ocalan, azadiya gelan e ku bi demokrasî û biratiya gelan bawer in."

(şx)

ANHA


Mijarên Din