‘Divê em li hemberî êrişa Tirkiyê hevgirtî bimînin’

Endamê rêveberiya Meclîsa Navçeya Şedadê diyar kir ku hevgirtina şêniyên herêmê li dijî êrişa artêşa Tirk a dagirker hişt ku Tirkiye bi hêrs bibe û çekên qedexekirî bikar bîne. Her wiha banga berdewama berxwedana li dijî dagirkeran kir.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku di encamê de heta niha zêdetirî 300 hezar kes  koçber bûn û berê xwe dan cihên ewle yên dûrî sînor, didomîne. Meclîsa Ewlekariyê û NY`yî li hemberî komkujiyên Tirkiye û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra yên ji nasameyên Sûrî û biyanî, bêdeng man.

Der barê êrişa Tirkiyê û rola pêkhateyan di parastina ewlehiya herêmê de û erkên dikevin ser milê wan, Endamê Rêveberiya Meclîsa Navçeya Şedadê Mihemed Bozan diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwe re bandorên neynî li ser tevahî herêmê, anî û li ser siyaseta navdewletî jî bandor kir.

Bozan îşaret bi vê yekê kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Şîşan, Turkmen û pêkhateyên din, nehişt ku ev bandor û armanc li herêmê bi cih werin.

Bozan wiha pê de çû: "Hevgirtina pêhateyan û lehengiya şervanên QSD`ê, bidestxistina artêşa Tirk ya gund û navçeyên li ser xeta sînor dereng xist. Ji ber vê yekê ewqas bi hêrs bûn û hemî şêwazên dijmirovahî û çekên qedexekirî li dijî zarok û sivîlên wan herêman bikar anî."

Bozan destnîşan kir ku piraniya dewletên cîhanê û yên endamê Meclîsa Ewlehiya û dewletên Ewropayê û ereban di nav de, piştgiriya gelên herêmê ji bo parastina ax û deskeftiyên xwe kirin. Lê mixabin nikarîn bi awayekî cidî nêzî Tirkiyê bibin û bihêlin ku dijminahiya xwe ya li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bide rawestandin.

Endamê rêveberiya meclîsa navçeya Şedadê Mihemed Bozan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yekrêzî daxwaziya hemû gelên herêmê ye. Em zarokên vê xakê ne, siyaset û berjewendî nikarin me ji hev cûda bikin. Daxwaziya kalpîr, jin û zarokên me ew e ku em li dijî vê dijminê xwînxwar ku teror û aloziya xwe ya hundirî derbasî welatê me kir, bibin yek."

ANHA

 


Mijarên Din